Parlamentera Qersê Koçyîgît: Em ê cardin şaredariyê bidest bixin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê, partiyên siyasî dest bi xebatên hilbijartinên xwecihî kirin e. Parlamentera YSP’ê ya Qersê Gulîstan Koçyîgît jî di vê babetê de destnîşan kir ku ew ê li Qersê cardin şaredariyê bidest bixin.

Partiyên siyasî piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê vê car jî lez dane xebatên hilbijartinên xwecihî. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarên mezin namzet diyar nekir û piştgirî da Partiya Komarî ya Gel (CHP). CHP’ê bi vê sayê şaredariyên Stenbol, Mêrsîn, Edene, Antalyayê û çend cihên din bidest xist. HDP’ê jî li Qersê di bin hevşaredartiya Ayhan Bîlgen û Şevîn Alacayê de cara ewil li vî bajarî şaredarî bidest xist.

Lê, 3 meh piştî hilbijartinan bo şaredariyên HDP’ê re ji aliyê hiqûmetê ve qeyûm hatin diyarkirin û gelek hevşaredar hatin girtin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Qersê Gulîstan Koçyîgît, derbarê hilbijartinên xwecihî û pirsgirêkên li bajêrê Qersê têne jiyandin de ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin.

Parlamentera Qersê Koçyîgît: Em ê cardin şaredariyê bidest bixin - Bajare qerse
Bajarê Qersê

‘Qers bûbû enkaz’

Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de, diyar kir beriya ku şaredarî ne didestê HDP’ê de bû Qers vegeriyabû enkazê û da zanîn ku wan bi çavkaniyên şaredarî yên kêm, gelek xebat meşandine. Koçyîgît, bi domdarî wiha dirêjî da gotinên xwe, “Çop nehatibûn berhevkirin, rêyên wê tunebûn, milkên wê hemû hatibûn hecizkirin. Me ji bo razandina mûçeyên xebatkaran, rizgarkirina cihên hecizkirî û bo pêkanîna pêdiviyên lezgîn yên bajêr, hin polîtîka diyar kirin. Tevî kêmasiyan jî li gor derfetan, me bo çareserkirina pirsgirêka çopê, çêkirina rêyên nû, biçek be jî bo zîndikirina jiyana civakî ya bajêr hin xebat meşandin.”

Pirsgirêkên li bajêr têne jiyandin

Di berdewamiya axaftina xwe de Koçyîgît, balkişand ser hin pirsgirêkên li bajarê Qersê têne jiyandin û di vê derbarê gotinên xwe wiha rêz kir: “Qada berhevkirina çopê li nêzî gundekiye. Hê jî ew ji wir bo derbevî bajêr nehatiye barkirin. Tesîsa Veguhestina Çopê ya bajêr tuneye. Ev pirsgirêkên bingehîn in. Şaredarî nikare avê bide welatiyan. Di dema me de, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan me hin proje amade kirin. Lê ev hewldanên me ji aliyê Partiya Edelet û Pêşveçûnê (AKP) ve hatin astengkirin. Em niha nizanin ka wan a (AKP) kijan milkên şeradariyê pêşkeşî kî, kirine. Dema me şaredarî bidest xist ew ê derkevin holê. Lewra wan bi avayekî nepen, hemû milkên şaredariyê ji alîgirên xwe re pêşkêş kirine. Yanî tu derdê AKP’ê yê wekî xizmeta gel tuneye.”

Rewşa aborî

Di beşek din a axaftina xwe de Koçyîgît, dest avêt nirxandinên derbarê pirsgirêkên aborî yên li bajêrê Qersê têne jiyandin û amaje bi wê yekê kir ku çavkaniyên herî girîng yên Qersê sewalkarî û çandinî ye.

Parlamentera Qersê Koçyîgît: Em ê cardin şaredariyê bidest bixin - Wekila Qerse Kocyigit Em e cardin saredariye bidest bixin 1
Parlamentera YSP’ê ya Qersê Gulîstan Koçyîgît

Di vê babetê de Koçyîgît, got her çiqas goştê li vê herêmê tê hilberîn biboneya gihayên pir baş li vir hene, gelek bi tendurist be jî, li Qersê sewalkarî hatiye berbi qedandin ê. Wê diyar kir ku masrafên sewalkaran her diçe pir zêde dibin û loman êdî tu kes nikare sewalan xwedî bike.

Li aliyê din Koçyîgît behsa turîzma bajêr jî kir û destnîşan kir ku di warê turîzmê de jî bajêr pir bi dewlemen de. Koçyîgît, di vê derbarê de jî van agahiyan dide: “Gelek cihên dîrokî hatine rûxandin. Ev der ji cemaet û weqfan re hatine pêşkêşkirin. Dema ku em şaredariyê bidest bixin em ê hemû milkên şaredariyê yên hatine pêşkêşkirin cardin vegerînin ser navê şaredariyê.

‘Emê tevî Qersê gelek şaredariyên din jî bidest bixin’

Koçyîgît, piştî rêzkirina van pirsgirêkan gotinê tîne ser hilbijartinên xwecihî û dibêje ku ew ê tevî şeradariya Qersê li herêmê hejmarek zêde şaredariyan cardin bidest bixin.

Koçyîgît, herî dawî derbarê rewşa YSP’ê ya li Qersê de jî hin nirxandin parve kir û da zanîn YSP li Qersê partiya yekem e. Wê her wiha anî ziman ku biboneya partiya wan baş nehatiye naskirin, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de encamên li gor dilê wan nehatine bidestxistin û wiha domand: “Ji ber ku partiya me di demek kin de bo tevlibûna hilbijartinan hate diyarkirin, me nekarî em bi temamî wê bidin danasin. Ji ber vê jî wekî mîna nêzî 6 hezar dengên ne derbasdêr çêbûn. Li bajêr ji partiya me re eleqeyek gelek baş heye. Em dibînin ku gel siyaseta me dipejirîn e.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamentera Qersê Koçyîgît: Em ê cardin şaredariyê bidest bixin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *