PENa Kurd: Rejîma Îranê dixweze tola serhildanan ji Kurdan hilîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

PENa Kurd, ku bi daxuyaniyekê êrîşên Îranê yên li hemberî Herema Kurdistanê şermezar kir gotiye, “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji Kurdan hilîne.”

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa rejîma Îranê ya li hember baragehên partiyên Kurd yên li Herama Kurdistana Federal a Iraqê şermezar kir.

‘Milyonan kes daxwaza şoreşê dikin’

Komiteya PENa Kurd, di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mehsa Amînî de, ev çend roj in li tevahiya Îranê di pêşengiya jin û Kurdan de raperînek heye û wiha got, “Vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.”

‘Rejîma dîktator ji şoreşê ditirse’

Di berdewamiyê de, PENa Kurd, rejîma Îranê weke dîktatorî pênase kir û wiha domand, “Pergala îslamî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.”

‘Îran dixwaze bala gelên din ji şoreşê dûr bixe’

Di vî warî de PENa Kurd, balê dikişîne ser êrîşên dawî yên li Herema Kurdistanê wiha dibêje: “Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna Kurdan li ber çavên gelê Fars û gelên din ên Îranê reş bike, cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî Kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê  bigire. Bi vê armancê, herî dawiyê çend roj beriya niha dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek Kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.”

PENa Kurd her wiha êrîş bi zimanek tund şermezar kir û wiha got, “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji Kurdan hilîne. Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagîrker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.”

Ji hemû PEN’an re bang hat kirin

Herî dawî PENa Kurd, bang li hemû derdorên li cîhanê kir ku li hember vê êrîşê bêdeng nemînin û ev bangawazî kir: “Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya Kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
PENa Kurd: Rejîma Îranê dixweze tola serhildanan ji Kurdan hilîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *