Pentagon: Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî hat kuştin

featured
AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî di encama operasyonekî de hatiye kuştin.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên Amerîkî bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) operasyoneke nû li dar xistiye.

Li gor daxuyaniyê operasyon li rojhilata bakurê Sûrîyê hatiye lidarxistin û di encamê de rêberê payabilind yê DAIŞ’ê Hamza el Humsî hatiye kuştin.

DAIŞ’ê herî dawî di meha Berfanbarê de piştî rêberê wê di operasyonekê de xwe kuştibû rêberekî nû bijartibû.

Her wiha hate diyarkirin ku di operasyonê de 4 leşkerên Amerîkî û kûçikekê wezîfeyê birîndar bûne û ew li Îraqê li navendeke Amerîkî têne derman kirin.(Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pentagon: Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî hat kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *