Pêşniyara Kirbiyik bo muxalefetê: Pergala Rêveberiyên Xwecihî ya Xurtkirî  

featured
Ozcan Kirbiyik
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Zanyarê Siyasetê Ozcan Kirbiyik tevî nêzîkbûna dema hilbijartinan li gel “Pergala Parlementeriya Xurtkirî” ji muxalefetê re “Pergala Rêveberiyên Xwecihî ya Xurtkirî” pêşniyar kir.

Di dîroka Tirkiyeyê de bi giştî 5 caran biryara hilbijartinên pêşwext hatiye wergirtin. Ji van sê hilbijartin di dema AKP’ê de hatine pêkanîn. Hilbijartina pêşwext ya dawî jî di 14’ê Gulanê de wê bê lidarxistin. Di van hilbijartinan de partiyên siyasî di bin sêwaneya tifaqan de tevli hilbijartinê dibin. Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet, wekî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, yê Tifaqa Cumhur jî Serokkomar Tayîp Erdogan hatiye diyarkirin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî bo nîşaneya piştgiriya Kiliçdaroglu, namzet diyar nekiriye.

Tevî ku di anketan de Kiliçdaroglu serkeftî xuya dike li herêmê pirsa “Piştî hilbijartinê dê çi bibe” hatiye rojevê. Li herêmê, ji şeredariyên di destê HDP’ê de kayum hatine diyarkirin. Derbarê HDP’ê de her wiha doza girtinê hatiye vekirin û li gel van hejmareke din pirsgirêkên siyasî jî têne jiyandin. Zanyarê Siyasetê Ozcan Kirbiyik ku di Zanîngeha Mîmar Sînan de wekî lêkolîner dixebite, derbarê van pirsgirêkan de ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin.

‘Demokrasiya Tirkiyeyê gelek nazik e’

Kirbiyik, destnîşan kir ku demokrasî li Tirkiyeyê gelek nazike, lewma pir zêde hilbijartin têne pêkanîn. Kirbiyik axaftina xwe wiha domand: “Di nava 20 salên dawî ya dema deshilata AKP’ê de gelek caran hilbijartin hatine lidarxistin. Li darxistina ev qas hilbijartinan wisa xuya dibe ku rewş ne başe. Ev 20 sale hilbijartina tu encamên nû dernexistiye holê. Tifaqa AKP-MHP û HUDAPAR’ê di nava civakê de xof û fikarên nû derxistine holê. Sekna muxalefetê bela velo jî hêviyên civakê qels dike. Lewma partiyên nû têne avakirin. Pêwiste ku muxalefet civakê êmin û piştrast bike.”

‘Kevneşopiya ku nûnertiya wê HDP dike, hînê girtinan bûye’

Kirbiyik derbarê doza girtinê ya HDP’ê de jî hin nirxandin rêzkirin û wiha got: “Kevneşopiya ku nûnertiya wê HDP dike, hînê partîgirtinan bûye. Ji salên 90’î vir ve OZDEP, HADEP, DTP, BDP û îro jî HDP nûnertiya vê xetê dike. Girseya wê, hînê vê yekê bûye. Lewma jî tevlibûna HDP’ê ya di bin sêwaneya Partiya Keskan a Çep bo hilbijartinan, li nava girseya HDP’ê de, nabe sedema pirsgirêkan.”

‘Encamên hilbijartinê Kurd wê diyar bikin’

Kirbiyik, helwesta CHP ya li hemberî Kurdan û rola wê ya di dema rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê de ku gotibû ‘Erê’, bibîr xist û wiha domand: “Di çarçoveya pirsgirêka Kurdan de, hem di rakirina parêzbendiya parlamenteran û hem jî diyarkirina kayuman de, rola CHP’ê mixabin diyar e. Li cihên ku Kurd û tevgera siyasî ya Kurdan xwedî bandor e, welatî ji siyaseta ku Kiliçdaroglu temsîl, dûr in. Lewra pêkanînên siyaseta CHP’ê yên ku li hemberî Kurdan hatiye meşandin, nayê ji bîrkirin. Ji ber vê çendê jî divê CHP kiryariyên xwe yên berê li ber çavan bigire û hevrû be. Tevî vê yekê Erdogan û tifaqa wî ku bi polîtîkayên tund, welat xistiye di nava rewşeke xerab de, Kurd, Elewî, karker, LGBT+yî û gelek derdoran berê xwe dane Kiliçdaroglu. Kurd di dema avabûna komarê heta niha di warê, siyasî, civakî, çandî û aborî de rastî gelek pêkutiyan hatine. Ji ber vê yekê jî ew piştgiriyê didin Kiliçdaroglu. Di vê çarçoveyê de encamên hilbijartinê jî Kurd wê diyar bikin.”

Pêşniyara Kirbiyik bo muxalefetê: Pergala Rêveberiyên Xwecihî ya Xurtkirî   - siyaset bilimci ozcan kirbyik 3 1024x576 1

‘Divê kayuman hesab bê pirsîn’

Kirbiyik her wiha pirsa gelo “Kiliçdaroglu çi soz dide Kurdan an jî erdnîgariya Kurdan? Pirsî û wiha got: “CHP û îttîfaqa milet li ser şandina qeyûman li hev dikin. Du bijarde li pêşiya wan hene, yan wê pergala heyî vegerînin yan jî bi Kurdan re piştî AKP’ê xwe ji bo avakirina pergaleke nû amadekariyê bikin. Di sala 1923’an de dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû, Kurd tune hatin hesibandin. Lê em dikevin sedsaleke nû. Û di vê sedsalê de jî kurd bi hemû hêza xwe ya sosyolojîk û siyasî dixwazin cih bigirin. Kurd û HDP wê di vê sedsala nû de li kû bisekine? Faktorên nû, aktorên nû derdikevin holê. Yên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi avadankirin an jî şiddetê dewletê çareser bikin, wek Îyî Partî, helbet naxwazin kurd di sedsala nû de hebin. Lê li aliyê din tevgera siyasî ya Kurd bi hemû hêza xwe têdikoşe ku ev yek pêk neyê. Lê Kurd niha ne tenê hêzeke siyasî ne, di heman demê de hêzeke dîplomatîk û aborî jî temsîl dikin. Helbet CHP û tifaqa ku nûnertiya wê dike vê rastiyê dibîne yan jî divê bibîne.”

Kirbîyik di dawiya axaftina xwe de balkişande ser rêveberiyên xwecihî û wiha pêde çû: “Dîroka Tirkiyeyê wekî ‘Zilam, Tirk û Sunî’ yanî bi tekparêziyê hatiye birêvebirin. Ne tenê sîstema Enqere û Trabzonê, her wiha behsa Parlamenterekî Kurd ê Wanê û bajarên herêmê jî dike. Ji ber vê yekê ew Destûra Bingehîn a 1921’an ji bo Kurdan û etnîsîteyên din ên herêmê girîng dibîne. Pêwîste bi tevayî lê bête nihêrtin û li kêleka Parlamenteriya Hatiye Xurtkirin, Rêveberiyên Xwecihî yên Hatine Xurtkirin jî were zêdekirin. Di rewşek weha de, hewceyî bi kayuman jî namîne. Mînak li Yozgat û Wanê pêdiviyên mirovan ji hev cuda ne. Divê li ser van cihan biryarên xwecihî bên girtin. Ev rewş li herêmên erdhejê zelaltir hate dîtin. Dema mirov di bin xirbeyan de mabûn, her kes li benda fermana ji jor bê bû. Lê ger rêveberiyên xwecihî bihêz bûna, wê destwerdana berê dest pê bikira. Ji ber vê yekê siyaseta qeyûman xelet e. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin a Kiliçdaroglu û tifaqa wî heye. Ya herî girîng jî girtina Hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, tê wateya berdewamkirina înkarkirina van kesan. Xaleke din jî ew e ku kesê ku dê careke din were hilbijartin, ne mecbûr e deynên qeyûman di warê aborî de hilgire. Divê li wir rêzikname bê bicihanîn û di vî warî de jî berpirsiyar bên girtin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêşniyara Kirbiyik bo muxalefetê: Pergala Rêveberiyên Xwecihî ya Xurtkirî  

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *