Pezê Nodizê ku xwedî dîroka 300 salan e di bin parastinê de ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pezê Nodizê cîhanê tenê li navçeya Payîzavaya Wanê tê xwedî kirin. Bi berfireyiya xwe Payîzava li Tirkiyê navçeya herî mezin e û Pezê Nodizê jî li zozanên geliyê Nodizê di çere. Pezê Nodizê bervaji cure pezên din, 13 persûyên xwe hene. Bi vê sedemê aliyê li goşt ev cure pez xêr û ber e.

Pezê Nodizê ku xwedî lingên bilind e, hiriya wê/wî jî pir zedeye û ji sala 2004’an vir ve di bin parastinê de ye. Pêşiyê ev cure pez wekî mileke pezê Akkaramanê dihate pênasekirin. Lê piştî lêkolînan her çiqas di navberê de têkiliya xizmaniyê hebe jî, bi aliyê morfolojîk û fizyolojik de derket holê ku ev cureyek ciheye. Pezê Nodizê niha li Tirkiyê çavkaniyekî herî girîn ya genê ye.

Li gor zanyariyan diroka pezê Nodizê di navbera 250-300 salan de diguhore. Hem aliye goşt hem jî aliyê şîr de gelek bi xêr û ber e.

Pezê Nodizê ku xwedî dîroka 300 salan e di bin parastinê de ye - WhatsApp Image 2022 03 30 at 10.39.45 2

Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Sewalkariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê (YYU) û Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Pezê Nodizê li ser vê cure pez lêkolînan dikin û perwede didin.

Alîkarê Midûrê Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Sewalkariyê Ahmet Fatîh Demîrel derbarê xebatan de agahî dan û wiha got: “Em li ser pezê Nodizê lêkolinên zanîstî dikin. Her wiha em hewl didin ku hebûna wê ya genotîpik pêş ve bibin. Em tevî lêkolînan, pezên nêr û mê yên fêl jî digihînin û difiroşin sewalkaran.”

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pezê Nodizê ku xwedî dîroka 300 salan e di bin parastinê de ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *