Pisporên siyasî serdana Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pisporên siyasî serdana Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin.

Wezirê Karê Derva Hakan Fîdan roja Sêşemê  gihîşt Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî, Wezîrê Derve Fuad Husên, Serokomar Ebdulletîf Reşîd û berpirsên din re hevdîtin kir.

Fîdan, li Herêma Kurdistanê jî li gel Serokê Herêmê Neçîrvan Barzanî û hin karbidestên paye bilind ên Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.  

Fîdan di hevdîtina xwe ya li Kurdistanê de pesna peywendîyên xûrt yên Hewlêr û Enqerê û herwiha soza çareserîya pirsgirêkên navbera her du alîyan de da.

Wezîr Fîdan piştî hevditîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re spasîya Enqerê pêşkeş kir, bi taybet bo piştvanîya ‘dijî terorê’ de.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî dîyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran de peywendiyên bi Enqerê de pêşde bibe û têkiliyên hevbeş di warê bazirganî, ewlehî û veberhênanê de hevkarîyên hevbeş pêk bînin.

Herêma Kurdistana Îraqê demeke dirêj e dibe armanca operasyonên esmanî û bejayî yên Tirkîyê, ku Enqere dibêje dijî PKK’ê dike, ku wê wek rexistineke ‘terorê’ dihesibîne.

Pispora Enstûtuya Rojhilata Navîn ya Bernameya Tirkiyeyê (MEI) Gonul Tol serdana Hakan Fîdan nirxand.

Li gor nûçeye ku di Dengê Amerîkaye de hatiye weşandin, Tol dibêje ku bi Tirkiye serdana Fîdan dixwaza zexta ser Bexda û Hewlerê zêde bike ku ew daxwaza Enqerê ya destnîşan kirina PKK’ê wek ‘rexistineke terorê’ bi cîh bînîn.

Pisporên siyasî serdana Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin - gonul tol
Gonul Tol

Tol wiha gotiye: “Ne hesan e ku Bexda PKK’ê wek rexistineke terorê bi nav bike; jiber ku Tirkîye bi domdarî êrîşên xwe yên li ser axa Îraqê didomîn e ku gelek caran sivîl jî têne kuştin. Lê, Bexda tenê bi daxûyanîyên şermezarkirinê dimîne, dema ku serwerîya wê ti nîqaş kirin , “

Pispora MEI herwiha anî ziman ku bo niha ne zelal e ku ka Îraq PKK’ê wek rexistineke terorê dîyar bike yan na, jiber ku rewşa Rojhilata Navîn bi tevahî di vê xalê de girîng in, bi taybet jî bandora Îranê û hebûna Rûsya li heremê.

Di serdana xwe de Fîdan herwiha bi Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civîya.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar jî beşdarî civîna Fidan û Serokwezîr Barzanî bû.

Li gor Ofîsa wî, Barzanî û Fîdan ser girîngiya vegerandina derfirotina petrola Herêma Kurdistanê ji ser xetên Ceyhanê ya Tirkiyê û rakirina hemû astengî û pirsgirêkên di vî warî de, afîne.

Pispora MEI Tol da zanîn ku Tirkîye vê yekê (Mijara petrolê) hemberî Hewlerê bi kar tine ku daxwazên bide qebûl kirin: “Enqere, daxwaza karbidestên Herema Kurd wê tenê bi yek şertê bi cîh bîne, divê ew dijî PKK’ê hevkarîyê bikin û wek rexistineke terorê nêz bibin,”

Herema Kurdistana Îraqê rojane 400 hezar bermîlên petrol difrot, ku ji sedî 10’ê derfirotina giştî ya Îraqê û ji sedî 0.5’ ê berhemanîna cîhanî ye.

Lê, xetên Kurdan ji 25’ê Adarê ve hatine girtin û ev jî rojê dibe sedema zarara nêzî 30 mîlyon dolarî.

Pipsorê payebilind yê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve (Foreign Policy Research Institute’s-FRPI) Dr.Joshua Krasna jî derbarê heman mijarê de hin nirxandin kir. Krasna got ku Enqerê bi şandina Fîdan dixwazê zextan ser Bexda û Hewlerê bike, ku bi karanîna mijara petrolê tevgerên PKK  li Bakurê Îraqê sînordar bike.

Pisporên siyasî serdana Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin - Dr.Joshua Krasna
Dr.Joshua Krasna

Krasna wiha berdam kiriye: “ Serdan bi karanîna girtina xetên petrol avakirina zexta ser karbidestan armanc dike ku petrol tevgerên serhildayên Kurd li Bakur werin sînordar kirin,”

Dr. Krasna ku îro di nivîseke xwe de dibêje ji ber ku firotina petrola Kurdan ji aliyê Bexda û Enqereyê ve tê astengkirin, xweserîya Herema Kurdistanê di rewşek e dijwar de ye. Pisporê FPRI herwiha got ku niha Îraqê dijî Tirkîyê dozek navneteweyî vekirîye ku Enqere dixwaze bi karanîna petrol wê betal bike.

“ Tirkîye dixwaze ku xwesteka Îraqê ya jinûve vekirina xeta Ceyhanê bikar bîne da ku hemî daxwazên siberojê betal bike, ku pêkan e di encama wê dozewerin biryar dayîn, ,” Krasna ji Dengê Amerîka re got.

Pispora Enstîtuya Almanî jibo Lêkolînên Cîhanî û Herêmî (GIGA) Dastan Jasim, got ku tekilîyên navbera Hewler, Bexda û Enqerê hevdem alozdar û tevlîhev in, bi taybet piştî biryara dadgeha hakemê ya Parîsê di Adarê ku derfirtina serbixwe ya Heremanma Kuridstanê bo Tirkîyê neqanûnî dît.

Pisporên siyasî serdana Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin - Dastan Jasim
Dastan Jasim

Jasim destnîşan kir Hikûmeta nû ya Erdogan dixwaze bi vê serdanê ji rewşa nakok ya navbera Bexda û Hewlerê berjewendîya xwe piştrast bike û wiha rêz kir: “Xûya dike ku ev gava dawîn ya lîstika satrancê ya dirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha Enqerê de; Tirkîye ji vê nakokîyê sûd werdigire,Lê, ew niha hewl dide ku helwesta her du paytaxtan bide zelal kirin,“

Pispora GIGA ragihand ku daxwaza Tirkîyê ya dîyarkirina PKK’ê ji Îraqê nîşaneke zelal e ku Enqere vê rewşa aloz bi kar tine, jiber ku şikandina hebûna PKK li Îraq û Sûrîye bo xwe ferz dibîne.

Jasim herwiha anî ziman ku peşwazîya germ ya Fîdan ji hêla karbidestên Herema Kurdistanê bo xelkê dîmeneke şermê ye, lê bo serdama nû ya Erdogan serketin e. Jasim wiha dawî li gotinên xwe aniye: “Li gor min, bo xelkê li Herema Kurdistanê pêşwazîya pir germ ya Fîdan wêneyeke tew ne xweş bû, ku wekî nûnerê yekê yê Erdogan hîn bêtir xûrt û bêtawîz vegeriya,”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pisporên siyasî serdana Fîdan ya Kurdistan û Îraqê nirxandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *