Navê namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê diyar bûn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

HDP dê çend roj şûn ve kongreya xwe ya awarte lidar bixe. Hat hînbûn ku Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan bûne namzetên hevserokatiya HDP’ê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê Kongreya Awarte di 27’ê tebaxê de roja yekşemê li Navenda Bazirganiyê ya Dunya ya li Enqereyê li dar bixe.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di kongreyê de dê rêzikname jî were guhertin û hejmara Meclisa Partiyê dê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê endamên Meclisa Partiya ku niha 100 kes in dê ev hejmar dakeve 50 endaman. Wê kongre ji çapemeniyê re vekirî be û hevserokên heyî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî dê di kongreyê de amade bin.

Li aliyê din hat zanîn ku endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Sûltan Ozcan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak bûne namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Navê namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê diyar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *