Qeydên Akademiya Ma Mûzîkê destpê kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qeydên Akademiya Ma Mûzîkê ya heya nû destpê kiriye. Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Ma Musîc, Jin Ma, Zarok Ma, Ma Orkestra û Orkestraya Rîtmê ya Xwezayî heta 15ê Îlonê wê dewam bike. Serdanên bo dengbêjiyê jî dê heta Cotmehê berdewam bike.

Ma Musîc ku muzîka kurdî û perwerdehiyê de bi xebatên xwe yên cihêreng balê dikişîne, ji bo heyama nû serlêdanên ji bo perwerdehiyê da destpêkirin. Yek ji pêkhateya Ma Musîcê Zarok Ma, ji bo serdema nû dest bi girtina serlêdanan kir. Serlêdanên perwerdehiya asayî û akademiyê dê heta 15’ê îlonê berdewam bikin. Her wiha perwerdehiya Akademiya Ma Musîcê û Akademiya Dengbêjî û Stranbêjiyê jî dest pê kiriye. Serlêdanên wan jî dê heta serê cotmehê berdewam bikin. 

Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar ku derbarê xebatên heyama nû ya Akademiya Ma Mûzîkê de axivî, bibîr xist ku Zarok Ma, du sal berê di 6’ê tîrmeha 2021’an de li Amedê hatiye avakirin. Kanîwar da zanîn ku armanca avakirina Zarok Ma’yê çandina tovên çand û muzîka kurdî ya gelêrî ya di giyanê zarokan de ye.

Qeydên Akademiya Ma Mûzîkê destpê kiriye - Qeyden Akademiya Ma Muzike destpe kiriye 3
Şêrko Kanîwar

‘Perwerdehî bi sedî sed Kurdiye’

Kanîwar her wiha bi lêv kir ku armanca wan ew e ku zarok bikaribin li ser hîmê çand û muzîka kurdî mezin bibin û wiha got: “Di be ku hinek ji wan bibin muzîkjen, hinek ji wan nebin muzîkjen jî, lê hişmendiya wan ya çandî ava dibe û xurt dibe. Li vir zarok tenê muzîkê hîn nabin. Civakbûyîna wan zêde dibe, xwe îfadekirina wan li pêş dikeve. Ji ber ku li vir perwerdehî sedî sed bi kurdiye, zimanê kurdî fêr dibin. Zarokên kurmanç, zaza, soran û çend zarokên tirk jî li vir fêrî bihevre xebatê, xebata kolektîf dibin. Zarok di nava polê de fêrî dîsîplîna bihevre xebatê û dîsîplîna muzîka kurdî dibin. Ji ber ku xepata muzîkê ya profesyonel di temenên piştî 6-7 salî destpê dike û dîsîplîneke ku êdî tu hinekî pê aciz dibî, dixwaze. Zarok Ma, ji bo vê dîsîplînê di zarokan de bi lîstikan, stranan, govendan û çîrokan amade dike. Ne bi zorê, ya rastî zarok bixwe xwe fêr dike.”  

Kanîwar got ku armanc, derblêxistina li bişaftinê ye û bi perwerdehiyê zarok ji hêla hişmendiyê jî pêş dikevin. Kanîwar destnîşan kir ku di poleke Zarok Ma’yê de herî kêm 4, herî zêde 12 zarok hene û fêrî xebata kolektîf dibin. Kanîwar anî ziman ku di bin banê Zarok Ma’yê de zarok bi awayekî takekesiya xwe ji ser xwe diavêje û hînî civakbûyînê dibe û wiha berdewam kir: “Li Zarok Ma’yê em zarokan fêrî amûran nakin, em wan ji bo amûrjeniyê amade dikin. Ji ber ku amûrjenî her ku diçe zihmettir dibe, em wan ji aliyê teknîkî ve amade dikin. Mesela gava stranek guhdarî dikin, çawa pê re rîtîm tê girtin û bi wê stranê re çawa tê meşîn hînî wan dikin. Lê, ji vê wêdetir zarok stranên kurdî hîn dibin, xizmetê çand kurdî dike, zarok stranbêjan nasdikin û ev tişt jî xizmeta bîra muzîka kurdî dike. Zarok Ma, ji bo ku kevneşopiya çand û muzîka kurdî bigehînin nifşeke din, pirekî ava dike.” 

Kanîwar bal kişand ser bandora Zarok Ma’yê ya li malbatê dike û got ku bandora Zarok Ma’yê ya herî mezin guherîn û vegûherîna li se malbatê ye. Kanîwar diyar kir ku zarok û malbat bi hev re distêrin û stranan guhdarî dikin. Kanîwar, bi domdarî wiha got: “Zarok teşe dide dê û bavê xwe û malbatê. Zarok, ew qirêjî, asîmîlasyona ku di civakê de çêbûye, otoasîmîlasyona ku di malbatan  de heye bi perwerdehiya Zarok Ma’yê guherîn û veguherînan pêk tîne. Ji xwe yek jî mîsyona Zarok Ma’yê ev e.”

 Zarok Ma rastî eleqeyeke pir zêde tê  

Kanîwar da zanîn ku ew her sal ji bo Zarok Ma’yê, Akademiya Zarok Ma’yê, Akademiya Ma Musîcê û Akademiya Dengbêjî û Stranbêjiyê perwerdheiyê didin. Kanîwar destnîşan kir ku ji bo Zarok Ma’yê di nava salê de 390 malbatan serlêdan kirine û wiha dirêj kir: “Em newêrin ku ji bo Zarok Ma’yê reklameke qerase bikin, lewma em ê di bin serlêdanan de bimînin ku kapasîteya ma herî zêde 800 zarok in. Ji ber vê yekê malbat pirtir reklama me dikin. Serlêdanên me yên Zarok Ma’yê heta 15’yê îlonê berdewam dikin. Yên ku xwe qeyd nekirin mixabin ew ê bimînin ji bo saleke din. Her wiha dayikên ducanî jî dikarin ji vir perwerdehiyê bistînin. Gava ducaniya wan gihişte 4 mehiyê, dikarin werin perwerdeyan. Her wiha zarokên 4 mehî heta 60 mehiyan jî dikarin serlêdanan bikin. Dersên me di 1’ê cotmehê de destpêdikin.”

Kanîwar da zanîn ku serlêdanên akademiyê jî dest pê kirine û ev tişt gotin: “Akademiya Zarok Ma’yê hineke din cudatir e. Heta 15’ê îlonê em ê serlêdanan bigirin. Temenê wê jî 7 heta 12 salî ye. Taybetmendiyeke akademiya zarokan heye, ji ber ku ew der ne qûrs e, dibistana muzîkê ye mecbûr divê em zarokan hilbijêrin. Di akademiyan de em wan zarokên ku têgihiştina wan ya muzîkal vekiriye û ew ê di nava 6 salan de gav bi gav pêş ve biçin digirin. Em du rojan bi wan re kargeheke muzîkê çêdikin, em perwerdehiyeke biçûk didin wan û tiştê ku me dayî wan, ji wan dixwazin. Kontejyan jî bi sînor in.”

Kesên di navbera 15 û 30 salî de dikarin serlêdan bikin 

Kanîwar anî ziman ku serlêdanên Akademiya Ma Musîcê jî dest pê kirine û kesên ku di navbera 15 û 30 salî de dikarin serlêdan bikin. Kanîwar bi lêv kir ku kesên niha li Ma Musîcê perwerdehiyê didin, hemû ji Akademiya Ma Musîcê mezûn bûne û ev tişt gotin: “Serlêdanên wê hineke din dirêjtir e. Ji ber ku kesên dikarin serlêdan bikin, ciwan in û ew jî van çaxan piranî ne li vir in û diçin bajarên din. Ji ber vê yekê serlêdanên Akademiya Ma Musîcê heta serê cotmehê berdewam dike. Ji bo wan jî kargeheke 5 rojan tê amade kirin û kesên ku bikarin bi profesyonelî muzîkê bikin tê jêgirtin. Perwerdehî, di nava hefteyê 5 roj in û her 5 rojan jî serê sibê heta êvarî wê berdewam bikin. Akademiya Ma Musîcê, konservatûareke û dema perwerdehiyê jî 3 sal in. Kesên ji wir mezûn bûn dikarin li Ma Musîcê an jî şaxeke wê bixebitin. 

Qeydên Akademiya Ma Mûzîkê destpê kiriye - Qeyden Akademiya Ma Muzike destpe kiriye 2

 ‘Em dixwazin li bajarên din jî Akademiyê vekin’ 

Kanîwar wiha berdewamî da axaftina xwe: “Siberojê em difikirin ku li bajarên din yên Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê, her wiha li Ewropayê şaxan vekin. Di Akademiya Ma Musîcê de perwerdehî sedî sed bi kurdî ye û kesên ku kurdî an jî, ji zaraveyên kurdî kurmancî, zazakî û soranî yekê nizanîbin nikarin bibin şagirtê Akademiya Ma Musîcê. Perwerdehiya teoriya muzîkê, meqaman, pedagojî, dîroka hûnerê hwd. hemû bi kurdî ne. Kesên ku kurdî nizanî be nikare ji dersan fêm bike. Lewma dema kesek tê serlêdanê jê re dibêjin ku ‘Tu kurdî dizanî an na?’. Ji her derê Kudistan û Tirkiyeyê dikarin bên serî li Akademiya Ma Musîcê bidin. Em heqê perwerdehiyê ji wan nagirin û em dikarin bûrs ji wan re peyda bikin ku li Amedê ji xwe re xanî bibînin. Di akademiyê de perwerdehiya hemû amûran heye. Armanç gihandina kesên ku ji muzîka kurdî re xizmet bikin, e. Bi deh hezaran xebatkarên muzîka kurdî hebin jî, têra Kurdistanê nakin.”

‘Dê perwerdehiya dengbêjiyê jî were dayîn’ 

Kanîwar bibîr xist ku akademiya wan ya dengbêjî û stranbêjiyê jî heye û got ku di dîroka Kurdistanê û muzîka kurdan de cara yekem e bi awayekî formel di nava polekê de perwerdehiya dengbêjiyê tê dayîn. Kanîwar anî ziman ku kesên ji vê akademiyê perwerde digirin teknîkên bikaranîna deng fêr dibin û wiha axaft: “Berê diçûn li ba dengbêjekî, kilam ji ber dikirin û digotin. Lê niha ev tişt ne mûmkûn e, ji ber ku di serdema modern de niha dema çi kesî ewqas zêde nîne ku bi saetan birûnê û kilaman bibêje. Mecbûr in ku êdî bi formata dibistanekê perwerde bibînin. Me encama vê perwerdeya xwe bi hevalên xwe yên niha derdikevin ser dikê dît. Kesên di navbera 10 û 30 salî de ku dengê wan dikare bê perwerdekirin, dikarin serî li Akademiya Dengbêjî û Stranbêjiyê bidin. Akademî heta serê cotmehê li benda serlêdanan e.”

Kanîwar diyar kir ku ji bo kesên ku bixwazin di muzîka kurdî de pêşbikevin akademiya wan heye û got ku bila çavên kesên ku dixwazin stranbêjiya kurdî bikin, li konservatuarên tikrî nebin. Kanîwar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Amedê Ma Musîc dikare hemû derfetên perwerdehiya muzîkê li ser hîmê çanda kurdî ji we re ava bike. Ma Musîc amadeye ku ji beriya dayikbûnê, heta 30 salî bi awayekî akademîk û bi zimanê kurdî perwerdehiyê bide. Ma Musîc dikare bîra muzîka kurdî çawa dengbêjan gihand roja îro, ew jî bigihîne we ku hûn jî bikaribin bigehînin nifşê nû. Ma Musîc bi hemû beşên xwe ve dikare bibe pirek çandî di navbera duh û sibê de. Em çiqasî karîbin xwe bi rê ya perwerdehiyê bigehînin gelek kesan, wê çaxê em dikarin polîtîkayên bişaftina li ser muzîka kurdî vala derxînin.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeydên Akademiya Ma Mûzîkê destpê kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *