Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dermansaz hişyarî didin ku stokên dermanan berbi qedandinê ve diçin û dan zanîn niha ji çar dermanan yek di piyasayê de dest nakevin.

Tevî hatina zivistanê û zêdebûna nexweşiyan, dermansaz dibêjin ku hejmarek zêde derman dest nakevin. Dermansaz Bîlal Tarcan dibêje ku qeyrana dermanan her diçe kûrtir dibe û stokên dermanan berbi qedandinê ve diçin. Tercan her wiha îdîayek sosret jî bilêv kir û got, “Hinek fîrma dermanan difiroşin dermanxaneyan û piştre cardin van dermanan bi ser dermanxaneyan berhev dikin û ji derveyî welat re difiroşin.”

Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve - ‘Ilac stoklari tukendikce saglikta siddet olaylari da artiyor 1 1024x769 1

Tarcan, da zanîn ku qeyrana dermanan ji ber bilind bûna nirxê pereyê biyanî li hemberî pereyê Tirk derketiye holê. Wî got ku niha nirxê pereyê biyanî li hember lîrayê Tirk gihiştiye nêzî 20 TL yan û wiha domand: “Ji ber tunebuna dermanan, em bi nexweşan re rû bi rû dimînin. Zêdekirina bûhayê dermanan nabe çareserî. Ji dermanan re zam tê kirin, lê bi heman demê hemû lêçoyînên me jî bilin dibin. Lewra, tu wateya zamê namîne.”

Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve - Bilal Tarcan
Bilar Tarcan

Di berdewamiyê de Tarcan got ku stokên dermanan ber bi tunebûnê ve diçin û ev agahî dan: “Niha dermanên antîbiyotîk û yên daxistina tayê peyda nabin. Em gele caran bi bijîşkan re dibên ‘Ev derman tunene ne nivîsin’. Ew li şûna wî hin dermanên din dinivsînin. Vê car jî ev derman nexweşan dibe alerjî. Ev jî rê li ber hin pirsgirêkan vedike. Tevî van hemû pirsgirêkan em û nexweş tên hemberî hev û nîqaş dertê.”

Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve - ‘Ilac stoklari tukendikce saglikta siddet olaylari da artiyor 3 1140x570 1

Sekreterê Giştî yê Odeya Dermansazê Wan-Bedlîsê Ersîn Karaman jî da zanîn ku tevî hatine zivistanê heyama şewbê jî dest pê kiriye û di vê demê de ji çar dermanan yek nayê peydakirin. Karaman derbirî ku niha dermanên wekî antîbiyotîk, yên emelketinê û vereşîne destnakevin. Li gel van dermanan wî bilêv kir ku dermanên nexweşiyên kronîk jî dest nakevin.

Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve - ‘Ilac stoklari tukendikce saglikta siddet olaylari da artiyor 5 750x563 1
Ersin Karaman

Karaman her wiha anî ziman ku stokên dermansazan berbi qedandinê ve diçin û got ku niha di gelek depoyan de derman nemane. Karaman diyar kir ku derman piranî ji derveyî welat têne kirîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Fîrmayên dermanan hemû yên biyanî ne. Firmayên xwemalî pir kêmin. Firma ji ber bilindbûn nirxê dovîzan gelek kêm dermanan difiroşin Tirkiyeyê. Sedemek din jî zamên dermanan e. Enflasyona Tirkiyeyê li holê ye. Zama par di meha Sibatê de hatiye kirin, piştî du mehan tesîra xwe nîşan da. Fîrmayan zirar kir. Ji ber wê jî êdî wekî berê dermanan çênakin. Ew li benda zamek nû ne.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeyrana dermanan: Ji çar dermanan yek niha di piyasayê de dest nakeve

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *