Rêjaya dengên partiyan û hejmara parlamenteran diyar bû

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên Serokkomariyê û Serdema 28’emîn a parlamentoyê, rêjeya dengên partiyan û hejmara parlamenteran diyar bû.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên Serdema 28’emîn a parlamentoyê AKP’ê ji sedî 35.4, CHP ji sedî 25.39, MHP ji sedî 10.06, IYI Partî ji sedî 9.82, Partiya Çepên Kesk ji sedî 8.78, Partiya Karkerên Tirkiyê ji sedî 1.71 deng bidest xistin.

Herwiha, Partiya Zaferê bi sedî 2.25 û Partiya Memleket bi sedî 0.93 ti kes neket parlamentoyê.

AKP

AKP, di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 42.56 deng standibû û 295 parlamenter derxistibû. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de AKP’ê bi rêjeya ji sedî 35.4’ê dengan 266 parlamenter bidest xistin.

CHP

Partiya Komarî ya Gel (CHP) di sala 2018’an de bi sedî 22.65’ê dengan 146 parlementeran derxistisibû. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de CHP’ê bi rêjeya ji sedî 25.37’ê dengan 168 kursî bi dest xistin.

MHP

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di hilbijartinên 2018’an de bi rêjeya ji sedî 11.1 dengan 49 kursî bi dest xistibû. Rêjeya dengên MHP’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji sedî 10.06 bû û hejmara kursiyan jî bû 51.

Partiya Çepên Kesk (YSP)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber dosyaya girtinê ya ku berdewam dike, ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk (YSP) ket hilbijartinê. YSP’ê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan 62 parlamenter derxist.

Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) a ku ji sedî 1.7 ê dengan girt, wê bi 4 parlamenteran di parlametoyê de cih bigire.

IYI Partî

Di sala 2018’an de IYI Partî bi rêjeya ji sedî 9.96’ê dengan 43 parlamenter derxistibû. IYI Partî di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji sedî 9.84’an 44 parlamenter şandin parlamentoyê

Partiya Saadetê

Di hilbijartinên 2018’an de bi rêjeya ji sedî 1.34’ê dengan ti parlamenter dernexistibû. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Partiya Saadetê di lîsteya CHP’ê de ket hilbijartinê û 10 parlamenter derxist.

HUDA-PAR

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di hilbijartinên 2018’an de bi rêjeya ji sedî 0.31’ê dengan ti parlamenter dernexistibû. Di Hilbijartinên 14 Gulanê de HUDA-PAR di lîsteyên AKP’ê de ket hilbijartinan û 3 parlamenter şandin parlamentoyê.

Partiya Yeniden Refah

Partiya Yeniden Refahê di sala 2023’an de cara yekem ket hilbijartinê.

Partiya Yeniden Refahê ku di bin banê Tifaqa Cumhur de beşdarî hilbijartinê bû bi rêjeya ji sedî 2.85 dengan, 5 parlamenter hatin hilbijartin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêjaya dengên partiyan û hejmara parlamenteran diyar bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *