Rêxistina Efûyê bo girtiyên bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane banga çalakiya lezgîn kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina Efûyê bo girtiyên bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane banga çalakiya lezgîn kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo 7 kesên bi hinceta li Îranê beşdarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, banga çalakiya lezgîn kir.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo 7 kesên ji aliyê dewleta Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin banga lezgîn kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha bi vê mebestê kampanyayek îmzeyê da destpêkirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de wiha hat gotin: “Muhammed Boroganî û Mahand Sadrat Madanî li eyaleta Elburzê ne; Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaîşîmî û Seîd Yakubî li eyaleta Îsfahanê; Mucahidî (Ebbas) Kurkur li eyaleta Huzîstan; Îbrahîm Naruî, Mensûr Dahmarde, Kambiz Harût, Şûayîb Mîr Belûçzehî Rîgî, Mensûr Hût û Nîzamuldîn Hût li eyaleta Sîstan û Belûçistanê; Manuşehr Mehman Navaz, Muhammed Gobadlu, Said Şirazi, Ebulfazl Mehri Huseyin Hacilu û Muhsin Rezazade Garagolu li eyaleta Tehranê hatin darizandin. Herî kêm heft kes, ligel ku bi qestî sûcê kuştinê nekirine jî, bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.”

 Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku darizandin ne adil in û di bin zext û îşkenceyê de îtîraf tên kirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêxistina Efûyê bo girtiyên bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane banga çalakiya lezgîn kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *