Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin. Serokê Wagnerê got ku wan li dijî artêşa Rûsyayê şer ragihandiye. Putin jî diyar kir ku wan li dijî vê hewldanê rewşa awarte îlan kiriye.

Koma Wagner ku dijî Ukraynayê şer dikir, li hemberi artêşa Rûsyayê şer ragihand. Duh derengiya şevê li Rûsyayê rewşek aloz hebû û leşker bi panzêran li kolanan hatin belavkirin.

Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin. Serokê Wagnerê got ku wan li dijî artêşa Rûsyayê şer ragihandiye. ragihand ku Encûmena Fermandariyê ya Wagnerê biryarek daye û divê xirabiya ku ji aliyê serokatiya leşkerî ya welêt ve hatiye kirin bê rawestandin.

Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin - Seroke Wagnere Yavgeny Prigozhin
Serokê Wagnerê Yavgeny Prigozhin

Prigozhin di berdewamiyê de gefa tolhildanê li artêşa Rûsyayê xwar û got: “Yên ku kurên me kuştin, bi dehan ji me kuştin, divê bizanibin ku dê Ii hember vê bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê bên cezakirin. Bila kes dernekeve pêşiya me.”

Serokê Wagnerê diyar kir ku ew ê êrişî Atêşa Rûsyayê bikin û nexwest kes derbikeve pêşiya wan. Prigozhin bang li xelkê Rûsyayê kir ku ji malên xwe dernekevin û wiha got: “Hejmara me 25 hezar çekdar in, em ê biçin û bi zanibin ka li welat çi alozî heye. Kî bixwaze tev li me bibe, dikare bibe, divê em dawî li vê bêserûberiyê bînin” .

Putîn: Em ê Rûsyayê biparêzin

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin jî têkildarî rewşê daxuyanî da û got: “Koma Wagner serî hildaye û dixwaze Rûsyayê ber bi şerê navxweyî ve bibe. Li Moskovayê ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin. Em ê Rûsyayê biparêzin û bersiva me ya li dijî serhildana grûpa Wagner wê dijwar be. Em ê destûrê nedin ku Rûsya careke din parçe bibe. Em ê gelê xwe biparêzin.”

Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin - Koma Wagnere li hemberi artesa Rusyaye ser daye destpekirin
Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn

Pûtîn her wiha anî ziman, “Şervanên Wagner ên li herêma operasyonên taybet ên leşkerî şer dikin qehreman in. Yên ku dest bi serhildanê kirin îxanet li wan kirin. Em têkoşîna xwe didomînin. Dîroka me ya hezar salan heye û niha dîroka me tê avakirin. Divê em bibin yek. Niha ti tişt ne girîng e. Dijminên me hewl didin yekîtiya me ji hev bixin. Leşkerên me ji bo me niha li ser pêyan in.”

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de gotinên tundtir kirin û got, “Îro em amade ne ku bi her awayî dewleta xwe biparêzin. Xiyanet e. Em dixwazin niha piştgiriyê bidin leşkerên xwe. Niha di nav hêzên Wagner de xayîn hene. Serhildana çekdarî û her serhildaneke navxweyî derbeyek e li Rûsyayê, li gelê me. Em ê cezaya vê bidin. Ceza dê giran be.”

Pûtîn herî dawî bang li Wagner kir û got, “Hem li ber qanûnê hem jî li pêşberî welatiyan dê bên cezakirin. Ez ê wekî welatiyekî Rûsyayê tiştê ku ji destê min tê bikim. Her kesê ku çeka xwe li dijî gelê me rakiribe wê bê cezakirin. Ji vê xeletiyê vegerin û vê tawanê nekin.” (Ajansan)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koma Wagnerê li hemberî artêşa Rûsyayê şer daye destpêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *