Saziyên Zimanê Kurdî: Qedexekirina ziman aştiya civakî xera dike

featured
BÎANET
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziyên Zimanê Kurdî , piştî qedexekirina hin lîstîk û bernameyên Kurdî, daxuyaniyek belav kirine û wiha dibêjin: “Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aştiya civakî xera dike”

12 saziyên zimanê Kurdî, bi mebesta şermezarkirina êrîşên li dijî kesên Kurdî diaxavin û qedexekirina lîstîk û bernameyên Kurdî yên ji aliyê rayedarên dewletê ve, daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kirine ku tekane rê ji bo pêşîgirtina van êrîşan xwedî derketina zimanê Kurdîye û wiha hatiye domandin: “Van rojên dawîn çalakiya bi navê ‘Çîrokên Xoresanê’ ku dê ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve di 17ê Hezîranê de li navendeke çandê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, bê ku tu sedemek were nîşandan, ji hêla qaymeqamiyê ve hate qedexekirin. Du roj piştî vê qedexekirinê di 19’ê Hezîranê de şanoya bi navê ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ ji hêla Qaymeqamiya Tetwanê ya Bedlîsê ve bê ku tu sedemek were nîşandan, hate qedexekirin. Tevî van qedexekirinan, di 21’ê Hezîranê de hin kesan li bajarê Trabzonê êrişî karkerên Kurd kiriye bi hinceta ku li stranên Kurdî guhdar kirine.”

Her wiha saziyan di daxuyaniyê de bertek nîşanê van êrîş û helwestên rayedarên dewletê ya li hemberî zimanê Kurdî û wiha gotine: “Bi destê qaymeqamî û qeyûman êrişî zimanê kurdî dikin û qada kurdî ya heyî jî tengtir dikin. Ev êrişên ku li kurdî tên kirin parçeyekî polîtîkayên asîmîlasyon û krîmînalîzekirina zimanê kurdî ye. Di asta navneteweyî de ev cure polîtîka wek qirkirina zimanî û çandî tên binavkirin. Bi awayekî berdewam li hember zimanê kurdî polîtîkayên bi vî rengî têne cîbicîkirin. Ev polîtîkayên wiha li tu welatekî bi ser neketine, ew ê li hemberî zimanê kurdî jî bi ser nekevin.

“Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aştiya nav civakê xera dike, hebûna demokrasiyê û çanda hevqebûlkirinê ji holê radike. Divê dest ji van polîtîkayan bê berdan.

“Em wek saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatan dikin, em van êrişan şermezar dikin û destnîşan dikin ku tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.”

Saziyên ku di bin daxuyaniyê de îmzeya wan hene ev in:

Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed

Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan

Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere

Kovara Destar – Amed

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên Zimanê Kurdî: Qedexekirina ziman aştiya civakî xera dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *