Saziyên Ziman: Bila ATV lêborînê ji Kurdan bixwaze

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmarek zêde saziyên ziman, ji ber ku Kanala televizyonê ATV’yê, ku nêzîkî hikûmeta AKP’yê di bernameyekê de axavtina bi Kurdî qedexe kiriye, bertek nîşan da. Saziyan ev helwesta li hemberî Kurdî şermezar kiriye û wiha gotine: “Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku Kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye.”

Çend roj beriya niha, di dema bernameya bi navê “Esra Erol’da” ku di kanala ATV’yê de tê weşandin, jineke bi navê Besîme ya ku demeke dirêj e keça xwe nedidît, giriyaye û bi Kurdî hestên xwe aniye ziman. Lê dema ku Besîme bi Kurdî axivî, ATVyê dengê wê birî. Keça wê Gulayê bi Tirkî got, “Dêya min bi Tirkî zêde nizane. Bi Kurdî dibêje ‘kezeba min peritî’.”

Esra Erolê jî gotiye, “Xaltîka Besîmeyê ez dizanim tu ji bo keça xwe xemgîn e, lê ez jî dixwazim ji te fam bikim.” Piştî van gotinên Esra Erolê, jinikê dest axavtina bi Tirkî kiriye.

16 saziyan bertek nîşanê ATV’yê dan

Piştî vê helwestê 16 saziyên di warê zimanê Kurdî de xebatan dimeşînin daxuyaniyek weşandin û ev rewş şermezar kirin.

Saziyan di daxuyaniyê de gotine: “Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATVyê de, berpirsên telefîzyonê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke Kurd bi Kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.”

‘Bila ji neweteya Kurd lêborîn bê xwesitni’

Di berdewamiyê de saziyan bi zimanek tund kanala navborî şermezar kirine û wiha dibêjin: “Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku Kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol demildest lêborîna xwe ji neteweya Kurd bixwazin. Nexwe neteweya Kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên Kurd dê xwe li qirika wan bide.”

Saziyan her weha banga boykotkirinê kiriye: “Bêguman divê tu kurd dernekevin kanalên televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan kanalên temaşe nekin. Divê kurd kanalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.”

Saziyên ku îmze avêtine daxuyaniyê ev in:

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

*Kovara Destar

*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

*Enstîtuya Kurdî ya Amedê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

*Komeleya Wêjekarên Kurd

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

*Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

*Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

*Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

*Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên Ziman: Bila ATV lêborînê ji Kurdan bixwaze

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *