Selahattîn Demîrtaş: Berbijêrê hevpar çiye?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di girtîgeha Edîrneyê de gotarek nivîsiye û dibêje, “Divê armanca berbijêrê hevpar ê serokkomariyê ne ji sedî 50+1 be, ji sedî 80+1 be. Lazime armanc ne serkeftina hilbijartinan be, bi rewatiya herî bi hêz a civakî rêvebirina qonaxa veguhêz be.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demîrtaş, ku di Girtîgeha Edirneyê de tê girtin, jibo Gazete Duvarê  bi ser nivîsa “Berbijêrê hevpar çiye?” qunciknivîsek nivîsandiye.

Demîrtaş, di nivîsa xwe de qala berbijêrê ‘hevpar’ û muhtemel yê ‘Maseya 6 kesî’ ya muxalefetê dike û dibêje, lazime berpijêr bibe yê hemû derdoran.

Demîrtaş di nivîsa xwe de van tiştan dibêje:

“Berbijêrê hevpar ne kesek e, nêrîne ke. Ne mirovekî serdest û kesek e, ku derkeve pêşberî mirovekî serdest. Berdevkê aqilê kolektîf, veguhêre zanîna hevpar e.

Berbijêrê hevpar ne yê partiyekê, nasnameyekê, baweriyekê ye, berbijêrê hemû aliyên civakî û yekgirtina cudahiyan û 85 milyonan e. Berbijêrê hevpar ne dijberê berbijêrê din e, berbijêrê bêrikaber ê parastvanê demokrasiyê ye.

Berbijêrê hevpar ne yê îdeolojiyeke tenê ye, nûnerê demokrasiya rasteqîne ye. Hêzeke berhevkar e, ku civaka parçebûyî li cem nirxên demokrasiyê tine ba hev.

Divê armanca berbijêrê hevpar ê serokkomariyê ne %50+1 be, %80+1 be. Divê armanc ne serkeftina hilbijartinan be, bi rewatiya herî bi hêz a civakî rêvebirina qonaxa veguhêz be. Ji ber vê jî, pêwîst e serpereştiya destûreke sivîl û demokratîk bike û destûrê bi beşdariya hemû hêzên civakê amade bike. Sînerjiya demokratkirina welêt derxîne holê.

Berbijêrê hevpar, ne yê partiyên siyasî, yê platformên jinan, tevgerên jîngehê, sendîka, rêxistinên pîşeyî, yê odeyan ango berbijêrê hemû aliyên civakê ye. Ji ber vê jî divê piştevaniya van aliyan bê wergirtin û bi nêrînên xwe û awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.

HDP, nêrîna xwe ya berbijêrê hevpar ji bo bazareke erzan ango wek şantajekê bikar nayîne. Li berjewendiyên teng ên partiyê nafikire, li paşeroja welat difikire û bi berpirsyarî tevdigere.

Tirkiye ya me hemûyan e, ji ber vê jî divê berbijêrê hevpar ê me hemûyan be.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Selahattîn Demîrtaş: Berbijêrê hevpar çiye?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *