Serokê PSK ê Bozyel: Alternatîfa herî baş Yeşîl Sol Partiye

featured
Serokê PSK ê Bayram Bozyel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

DOSYA 1

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel derbarê hilbijartinan de got, “Di hilbijartina parlamentoyê de alternatîfa herî baş Yeşîl Sol Partî ye. Ji ber ku Yeşîl Sol Partî hem derbarê mesleya Kurd, hem jî di meseleyên din de pêşnîyarîyên xwe hene.”

Di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê û yê serokkomariyê dê bên lidarxistin. Ji hemû hilbijartinan cuda tir, di vê hilbijartinê de gel guhartinê dixwaze. Gelê Kurd jî dixwaze di sedsala duyan ya Komara Tirkiyeyê de mafên neteweyî û çandî bêne diyarkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

Wek tê zanîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin û wehe ye partî bê girtin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar dabû ku bi navê Partiya Keskan a Çep (Yeşîller ve Sol Partî) tevli hilbijartinan bibe û armanca wê ew e ku herî kêm sed parlamenteran bişîne meclîsê. HDP’ê her wiha bo serokkomariyê jî namzet diyar nekiriye û tê payîn ku piştgiriyê bide namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Di vê hilbijartinê de qanûna hilbijartinê ya nû ferz dike ku partiyên siyasî dibin banê tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Ev yêk piranî kêrî partiyên ‘biçûk’ ên ku pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê ye, tê. Partiyên ku nikarin benda hilbijartinê derbas bikin, bi vê sayê wê bikarin parlamenteran bişînin meclîsê.

Di ve çarçoveyê de AKP, MHP, BBP, YRP û HUDA PAR di bin banê Tifaqa Cumhur de, CHP, ÎYÎ Partî, SP, DEVA, GELECEK û DP, di bin banê Tifaqa Millet de û TÎP, EHP, SMF, EMEP, TOP, Yeşil Sol Parti û HDP jî di bin banê Tifaqa Ked û Azadî (Emek ve Ozgurluk) de dê tevli hilbijartinan bibin.

Ji bilî van tifaqan, Komaleya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadî (PIA), Partiya AZADÎ, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û HDP jî bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, tîfaqeke din ava kirin.

Me wekî Serhat Newsê bi serokên giştî yên partiyên ku tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd bûne derbarê hilbijartinan de dosyayek amade kir.

Di beşa yekan a dosyayê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, bi ser xebatên hilbijartinê û avakirina tifaqa Kurdan de nêrînên xwe bi me re parve kir.

Hilbijartinên tên hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkiyê gelek girîng in. Em dikevin sedsala duyemîn a Komarê. Li gorî wê rewşa siyasî û aborî ya Kurdên li Tirkiyeyê dijîn çawa ye?

Siyaseta înkar û şîdetê her diçe zêde dibe. Her wisa qada demokrasîyê teng dibe, destkeftîyên demokratîk roj bi roj paşda diçin. Ji ber ku pere û dewlemendiya Tirkiyê ji şer re tê xerckirin, siyaseta şer û înkarê dibe sedema krîza aborî. Xelk feqîr dibe, bêkarî û xizanî zêde dibe. Sedemê bingehîn yê krîzên sîyasî û aborî neçareserkirina pirsa Kurd e. Ger meselaya Kurd safî bibe û mafên Kurdan yên miletî bên dayîn, hêm dê demokrasi pêşda biçe hem jî aborî wê baş bibe.

Li pêş me du hilbijartin hene, hem hilbijartina giştî û hem jî ya serokomariyê. Li gorî we Kurd dê çawa dengên xwe bikar bînin?

Kurd di van herdu hilbijartinan de jî divê dengên xwe bidin demokrasîyê, guhartinê û normalîzebûnê. Kî yan jî kîjan partî doza azadî, demokrasi û guhartinê pêşve bibin, divê Kurd piştgirîya wan bikin. Anha di hilbijartinên serokkomariyê de yê ku Kurd bikaribin dengê xwe bidinê Kılıçdaroglu xuya dike. Tevî ku derbarê meseleya Kurd de tu çareserîyekê wê tune be jî, Kılıçdaroglu li gorî yên din ji diyalog û guhartinê re vekirîtir e.

Di hilbijartina parlamentoyê de alternatîfa herî baş Yeşil Sol Partî ye. Ji ber ku Yeşil Sol Partî hem derbarê mesleya Kurd, hem jî di meseleyên din de pêşnîyarîyên xwe hene.

Hûn tifaqa AK Partî û Hüdaparê çawa dibînin?

Çavkaniya hemû problemên Tirkîyê iktidara heyî ye, yani hikumeta AKPê ye. Piştî vê saetê AKP êdî nikare tu problemêk safî bike. Divê ev îktîdar biguhure, rewş aram bibe, aştî û demokrasi ji nû ve pêk were.

Hûn dibêjin gere Kurd dengên xwe bidin Kiliçdaroglu. Gelo Kurd wê li berdêlê çi dengên xwe bidin Kiliçdaroglu?

Wek min li jor jî got Kurd dikarin dengên xwe bidin Kılıçdaroğlu. Ne ji ber ku dê Kılıçdaoglu mesleya Kurd safî bike, na. Lê bi hatina Kiliçdaroğlu dê rewş normalize bibe û rê li pêşiya nîqaşkirina problemên mezin vebibin.

Helwesta we û stratejî ya we ya hilbijartinê çawa ye?

Anha em di nav Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd da ne. Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd hemû daxwazên xwe bi eşkere di 3’yê Adara 2023’an li Amedê bi daxwuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir. Heta ji destê me bê em dê xebat bikin ku daxwazên miletê Kurd yên rewa di qada siyasete de bên nîqaş kirin û piştê hilbijartinê jî di asta yasayî û desturî da bên qebûl kirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê PSK ê Bozyel: Alternatîfa herî baş Yeşîl Sol Partiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *