Serokê Vansporê Avci îstifa kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Kuluba Vansporê Mehmet Avcî diyar kir ku ji sedema Waliyê Wanê û wî li hev nekiriye ji peywira xwe îstifa kiriye.

Serokê Vansporê Mehmet Avcî biryara îstifayê Twitterê ragihand. Avcî, bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Waliyê Wanê Dr. Ozan Balcî re û diyar kir ku wan bi  Balcî re “helwesteke hevpar” nîne û got, “Vanspor saziyeke ser siyasetê ye û hest û kelecana hevpar a gelê me ye.”

Herwiha Avci, bilêv kir ku di dema serokatiya xwe de ti hêviyên wî yên siyasî tunebû û got, “Min dît ku ev rewş ji aliyê aktorên herêmî yên bajarê me ve nayê qebûlkirin.”

Seroka tîma jinan jî dev ji peywira xwe berda

Piştî Avci, Seroka tîma futbolê ya jinan a Vansporê Şehnaz Nîgar Çelîk jî bi rêya Twîtterê nerazîbûna xwe anî ziman û ragihand ku wê jî îstifa kiriye.

Sala 2021ê piştî ku serokê wê heyamê yê Vansporê dest ji berdabû, Mehmet Avcî weke serokê nû yê Vansporê bir biryara lineya rêvebir hatibû hilbijartin.

Vanspor di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Vansporê Avci îstifa kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *