Serokkomarê Almanyayê Kurdî jî di nav de bi çar zimanan peyam weşand

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji ber erdhejên Mereşê, bi Kurdî, Erebî û Hirkî peyameke ser saxiyê weşand û got: “Êşa we êşa me ye.”

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, ji bo kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan bi Kurdî, Erebî, Îngîlîzî û Tirkî peyama sersaxiyê weşand. Steinmeier ê li Berlînê tev li aktîvîteyeke ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bû. Steinmeier li vir axaftinek kir û diyar kir: “Pêdiviya mirovên li herêma erdhejê niha bi alîkariya me heye.”

Steinmeier girîngiya alîkariya ji kesên erdhejê bi bandor bûyî re tên kirin destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Ne pêkane ku mirov karesata heyî bi peyvan penase bike. Gelek tirk, sûriyeyî û kurd… Ji 45 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li welatê me gelek mirov şîna we û derdên we parve dike. Êşa we êşa me ye.”

Metnê axaftina Serokkomarê Almanyayê Steinmeier, ji bilî Ingilîzî di malpera fermî ya Serokkomariya Almanyayê bi tirkî, kurdî û erebî hate parvekirin. Di hesabê Instagramê yê Steinmeier de jî bi Ingilîzî, tirkî, kurdî û erebî “Almanya ku welatê me yê hevpar e, bi we re ye” hate parvekirin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokkomarê Almanyayê Kurdî jî di nav de bi çar zimanan peyam weşand

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *