Sewalkarê di bin trênê de ma jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mûşê, sewalkarekî 70’ê salî dema dixwest sewalên xwe ji rêya asin derbas bike, di bin trênê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, sewalkarê bi navê Raîf Bozkur ê 70 ku ji gundê Degîrmeç a bi ser Mûşê yê, dema dixwest sewalên xwe bo çerandinê ji rêya asin derbasî aliyê din bike, di bin trêna barhilgir de ma û jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku wî xwestiye sewalên xwe yên li ser rêya trênê rizgar bike û wê demê, ketiye bin trênê.  

Piştî tîmên hewarçûyînê gihiştin cihê bûyer, cenazeyê Bozkur ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê re hat veguhestin.

70 sewalên wî jî mirar bûne

Her wiha di encama bûyerê de hat zanîn ku 70 mihên wî jî mirar bûne.

Serhat News

(lg)

Çavkanî: Rudaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sewalkarê di bin trênê de ma jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *