Têkiliyên dîplomatîk yên Îsraîl û Tirkiye cardin destpê dikin

featured
Alên Îsraîl û Tirkiyê ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Têkiliyên dîplomatîk yên di navbeyna Îsraîl û Tirkiyê de, piştî çar salan cardin vedigere asta normal. Herdû dewlet diyar dikin ku wê di rojên pêş de sersefîrên xwe bi avayekî dualî peywirdar bikin.

Di daxuyaniya ji ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, hatiye weşandin de hatiye diyarkirin ku Tel Avîv û Enqerê biryar dane têkilîyên xwe yên dîplomatîk cardin bidin destpê kirin.

Li gor nûçeya Dengê Amerîka, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, “Biryar hat dayîn ku asta têkilîyên her du welatan careke din were bilindkirina asta têkilîyên dîplomatîk û sersefîr û konsulên giştî werin vegerandin,”

Hat ragihandin Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî di vê derbarê de gotiye ku destnîşankirina sersefiran yek ji gavên normalkirina têkilîyên her du welatan e û wiha pêde çûye, “Di encama van hewldanan de gaveke wisa erênî ji hêla Îsraîlê ve hat û wek Tirkîye me jî biryar da ku li Tel Avîvê balyozekî bo Îsraîlê destnîşan bikin,”

Ev gava di demeke wiha de hat, dema ku Îsraîl hewl dide têkilîyên xwe bi welatên herêmî re baştir bike, piştî du salan ji peymana bi navê Abraham ku bo têkilîyên di navbera Îsraîl, Behreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên û Fasê de normalbûnê armanc dike.

Tirkîye jî ji 2020’an vir ve hewl dide ku têkilîyên xwe bi hevrikên xwe yên li heman herêmê re serrast bike; Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebistana Saudî.

Pispor dibêjin ku di Tirkîye hewldanên bi Qahîrê re heya niha pêşveçûnek hindik bidest xistiye, lê pêyvajoya normalkirinê bi Riyad û Abu Dhabi re baş dimeşe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Têkiliyên dîplomatîk yên Îsraîl û Tirkiye cardin destpê dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *