Tirkiye di bin bandora hewayê germ de ye: Saziyên tenduristiyê hişyarî dan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tirkiye, di bin bandora pêla hewayê germ de ye. Tê pêşbînîkirin ku li hin bajaran germahiya hewayî derkeve 44 pileyan. Hejmarek saziyên tendurisitiyê bo wergirtina tedbîrên pêwîst hişyarî dan.

Meteorolojiyê ragihandiye ku li seranserê Tirkiyê germahiya hewayê ji 5 heta 10 pileyan dê zêde bibe û tê pêşbînikirin ku germahî li hin bajaran derkeve 44 pileyan. Saziyên tenduristiyê jî li hemberî vê rewşê bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku tedbîrên pêwîst werbigire.

Rêxistinên Tendirustiyê bang li Wezareta Tendirustiyê û saziyên peywendîdar kirin ku ji bo “Plana Çalakiya Tendirustiyê ya Germê” bikevin tevgerê.

Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB), Desteya Komeleyên Pisporî ya TTB’ê û Komeleya Pisporên Tendirustiya Xelkê jî di nav de hejmarek rêxistin û saziyên tendirustiyê derbarê germahiya zêde û bilindbûna pileyên germê de hişyarî dan.

Wan saziyan bi daxuyaniyekê bang li saziyên peywendîdar kirin ku li beramber germahiya zêde ya krîtîk tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha daxwaz kirin ku “Plana Çalakiya Tendirûstiyê ya Germê” bê amadekirin.

Rêxistinên tendirustiyê dibêjin:

* Germa li bajaran ji ber betonê zêdetir dibe. Ji ber qadên axê û hêşîn kêm bûne.

* Germa di encama bikaranîna enerjiyê de derdikeve jî sedemeke din a zêdebûna germê ye.

* Di rewşa asayî de mirov divê di navbera 17 û 31 pileyan de bijî. Ji vê zêdetir germa bandoreke xirab li tendirûstiya mirov dike.

* Germa zêde dibe sedema nexweşiyên wek lêxistina tavê, senkopa germê û firka germê.

* Metirsiya herî zêde germa bandorê li nexweşiyên hene dike û heta dibe sedema mirinê jî. Kesên temenê wan zêde, zarokên biçûk û pitik, jinên ducanî û kesên nexweşiyên wan ên daîmî hebin hê zêdetir di metirsiyê de ne.

Wezîrê Tenduristiyê Koca: Nîvro dernekevin derva

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca jî heman rojê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û hişyarî da ku welatî nîvro dernekevin derve.

Koca dibêje: “Lêxistina tavê dema germa laş derdikeve ser 40 pileyan rewşa Hipertermi ye û ciddî ye. Kesên bi temen û zarok, ên ku bi nexweşiya şekir, tansîyona bilind, nexweşiya dil, tengenefesî (astim) ne di gruba metirsîdar de ne. Pêşniyara me ew e, kesên wiha di satên nîvro ku germahî derdikeve asta herî jor de dernekevin derve.”

Li Tirkiyê bilindbûna pileyên germaya hewayê ku ji destpêka hefteyê û vir ve dest pê kiribû, ji îro pê ve dê bigihe rekorekê.

Tê payîn ku pileyên germaya hewayê li 3 bajarên Antalya, Aydin û Manîsayê bigihe 43 pileyî û bi vî awayî dê bibin 3 bajarên herî germ ên li Tirkiyê.

Ji bo roja Şemiyê jî tê pêşbînîkirin ku germahiya hewayê li Edene û Aydînê bibe 44 pileyî.

Li seranserê Tirkiyê germahiya hewayê ji 5 heta 10 pileyan zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku li hin bajaran germahiya hewayê bigihe 44 pileyan.

Duh germahiya hewayê li gelek bajaran 35 pile derbas kiribû. Îro û sibe germahî dê dîsa li Stenbolê 35-36 be, li Çanakkale, Balikesîr û Îzmîrê germahiya hewayê dê 38-39 pile be. Germahiya li hundirê Egeyê wê 40 pile be. Li Edene û Antalyayê li Deryaya Spî germahiya hewayê dê bigihe 40 pileyî. Li Enqere û Qeyseriyê li Anatoliya Navîn germahiya hewayê dê 38 pile be. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tirkiye di bin bandora hewayê germ de ye: Saziyên tenduristiyê hişyarî dan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *