Tirkiyeyê qedexeya ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

featured
Balafirgeha Silêmaniyê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tirkiyeyê rawestandina seferên balafiran yên bo Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê, heta 2024’an dirêj kir.

Li gor nûçeya K24’ê, ku spartiye Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Tirkiyeyê rawestandina seferên balafiran yên bo Balafirgeha Silemaniyê ya Herêma Kurdistana Federal, heta serê sala 2024’an dirêj kiriye.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, beriya niha di daxuyaniyeke xwe ya di 18’ê Hezîranê de gotibû ku weheye, qedexeya Tirkiyeyê ya li ser balafirgehê di Tirmehê de bidawî be.

Hêjayî gotinê ye ku di 3’yê Nîsane de, Rêveberiya Hewageriya Sivîl a Tirkiyeyê seferên balafiran ên bo Balafirgeha Silêmaniyê rawestandibû. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di vê çarçoveyê de ragihandibû ku qedexe dê heta Tîrmehê bidome.

Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê li herêma Bekraco ya 15 kîlometre dûrî navenda bajar hatiye avakirin û di sala 2005’an de dest bi xizmetê kiriye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tirkiyeyê qedexeya ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *