Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Avahiya malbata Tugrat di sala 2021’an de ji ber agirê tenûrê şewitîbû. Qeymeqam û Wekîlê Şaredarê Rêya Armûşê Îhsan Emre Aydin wê çaxê ji bo alîkariyê soz dabû malbatê, lê ev saleke hêj ev soz bicih nehatiye. Sîsê Tugrat a ji ber şewatê ev saleke mexdûr e, dibêje, “Wekî şivanan ez li gel heywanan jiyan dikim.”

Li taxa Şûşanis (Kevenli) ya bi ser navçeya Rêya Armûşê ya Wanê avahiya malbata Tugrat di sala 2021’an de ji ber çîrûskên agirê tenûrê şewitî. Di encama şewatê de avahiya du qatî bi temamî şewitî û malbat jî li holê mabû. Li ser vê yekê Qeymeqam û Wekîlê Şaredarê Rêya Armûşê Îhsan Emre Aydin wê çaxê çûbû sera malbatê û soza alîkariyê dabû. Lê tevî ku salek bi ser bûyerê de derbas bûye, hê jî ev soz nehatine bicih anîn.

Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye - hbaer sise tugrat 8 1024x576 1

Malbata Tugrat bi alîkariya cîran û xizmên xwe ji axê odeyek çêkirine û niha li wir jiyan dikin. Li nava vê odeyê de malbat hewl dide hemû pêdiviyên xwe pêk bîne.

‘Wekî şivanan ez di vê odeyê de jiyan dikim’

Sîsê Tugrat destnîşan kir par mala wan şewitiye û wiha got, “Hemû niştecihên taxê hatin alîkariya me, lê nekarin şewatê vemirînin. Mala me ya du qatî bi temamî şewitî. Tu tiştên me neman. Heyamekê ez li mala kurê xwe mam. Piştre me ev ode ava kir. Niha ez û zarokên xwe di nava mişt û dûpişkan de li vir jiyan dikim. Êdî em nikarin îdare bikin. Zivistan jî hat. Ez wekî şivanan li gel heywanan li vir jiyan dikim. Rewşa me ya aborî pirr xerabe.”

Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye - hbaer sise tugrat 2 1 1140x570 2
Sîsê Tugrat

‘Qeymeqam tu piştgirî neda me’

Tugrat, bibîrxist ku wê çaxê qeymeqam soza alîkariyê dabû wan û wiha domand: “Dema mala min şewitî, qeymeqam li vir bû. Wî soz da ku wê alîkarî bide me. Lê tu alîkarî heta niha nehatine dayîn. Ez nexweşim, nikarim di nava van şert û mercan de jiyan bikim. Li vir cihê razana me jî tuneye. Ez çend caran bo alîkariyê çûm wê derê, lê tu kesî alîkarî neda min. Ez bang dikim ku alîkarî ji me re bê dayîn.”

Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye - hbaer sise tugrat 9 1024x576 1
Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye - haberhavadis fotolari 1 1
Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye - haberhavadis fotolari 4 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tugrat a ku mala wê şewitibû ev saleke li benda alîkariyê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *