TUÎK: Li Tirkiyeyê zêdetirê 3 milyon bêkar hene

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku daneyên rêjeya karkeriyê ya meha Tebaxê eşkere kiriye, dibêje ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 312 hezar bêkar hene.

Li gorî daneyên TUÎK’ê  di meha Tebaxê de, li gorî mehek beriya wê, rêjeya bêkaran li Tirkiyeyê 100 hezar kes kêm bûye û bûye 3 milyon û 312 hezar kes. Saziyê ragihandiye ku di nava mêran de rêjeya bêkariyê ji sedî 8,2 ye lê di nava jinan de 12,5 e.

Rêjeya karkirinê ya bikêrnehatî ya ji îstîxdama kêm a li gorî demê, hêza karkirinê ya potansiyel û bêkaran pêk tê, di meha Tebaxê de li gorî meheke beriya wê, 2,6 pûan kêm bûye û daketiye 19,8ê.

Hejmara kesên ku hatine îstîxdamkirin di meha Tebaxê de, li gorî meheke beriya wê, 366 hezar bilind bûye û derketiye 31 milyon û 14 hezarî. Rêjeya îstîxdamkirinê jî 0,5 pûan zêde bûye û derketiye 47,9ê.

Serhat News

Jêder: Bîanet Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TUÎK: Li Tirkiyeyê zêdetirê 3 milyon bêkar hene

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *