TUÎK’ê cih nedaye Kurdî

featured
Wêne: Rojnameya Xwebûn
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di forma ku TUÎK’ê xwestiye bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih ji Kurdî re nehatiye dayîn. Xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Kadrî Esen, di vê derbarê de nivîsek nivîsî û bertek nîşan da.

Rojnameya Xwebûnê heftane tê weşandin û tekane rojnameya Kurdiye ku li Tirkiyeyê derdikeve. Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê Kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen derbarê mijarê de nivîsek nivîsî.

Esen di nivîsa xwe de bertek nîşanê bûyerê da û ev tişt dîyar kirin:

“Tirkiye, di 10’ê adarê de bi aşkerakirina Serokkomar Erdogan ket pêvajoya hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên sala 2023’yan. Di vê pêvajoya hilbijartinan de jî red û înkara zimanê Kurdî berdewam e. Weke rojnameya Xwebûn hefteya borî bi du awayan em bi vê red û înkarê re rû bi rû man. Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser van her du awayên red û înkara Kurdî rawestim û rastiya desthilata AKP-MHP’ê û dewletê ya li dijî Kurdî raxim ber çavan.

Destpêkê dixwazim qala red û înkara Kurdî ya Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya li dijî zimanê weşanê yê rojnameya me bikim. Piştre jî der barê bêtemûliya polisên  Tirk a li dijî rojnameya me de agahiyekê bi we re parve bikim. Di nav hefteyê de ji TUÎK’ê li min geriya û xwest ku bersiv bidim formeke wan a pirsan a der barê rojnameya Xwebûnê de. Rayedara ku bi min re axivî, li ser pirsa a min ‘bersivdana van pirsan mecbûrî ye?’ ev bersiv da min: ‘Belê mecbûrî ye, divê hûn bersiv bidin.’

 ‘Di formê de Kurdî tuneye’

Piştre ji bo ku pirsên ‘Forma Pirsan a Rojname û Kovaran a Îstatîstîkan Çapameniya Nivîskî -2022’ a TUÎK’ê bibersivînim şîfreyek bi min re parve kirin û ji bo alîkariyê nimreya karmendekî TÛÎK’a Amedê dan min. Li ser vê yekê ketim malpera TÛÎK’ê û bi alîkariya karmendê ku nimreya wî dabûn min pirsên ji min hatin kirin bersivand. Piştî çend pirsên destpêkê di nîveke formê de bi pirsên înkara Kurdî re rû bi rû mam.

Pirsên înkarê der barê zimanê me yê weşanê de bûn (Hûn bi kîjan zimanî weşanê dikin?). Ji bo bersivandina pirsan jî ev her sê vebijêrk (1. Tirkî 2.zimanê biyanî 3. Tirkî ango zimanê biyanî) danîn pêşiya min. Dema ku ez bi van pirsan re rû bi rû mam li dij derketim û nexwest bersiv bidim pirsan. Li ser vê yekê ez û karmendê ku bi min re dibû alîkar bi hev ketin. Min jê re got, ‘hûn daneyên der barê rojnameyeke Kurdî de berhev dikin lê cih nadin zimanê wê, ev çawa çêdibe?’. Li ser vê berteka min karmend mez bi siyasetê “sûcdar” kirim û ev tişt got: “Ezbenî ji kerema xwe re siyasetê tev li daneyan neke. Ev pirs ne ji hêla me ve ji hêla Enqerê ve tên amadekirin û tiştekî ku ez bikim tune ye.”

‘Hûn zimanê min înkar dikin’

 Min bertek nîşanî bersiva wî da û jê re got: ‘Çi eleqeya bertekan min bi siyasetê re heye. Ez li Kurdistanê bi zimanê xwe weşanê dikim û hûn zimanê min ê weşanê înkar dikin, tune dihesibînin û dixwazin ku di ser de jî bersiva pirsên we bidim. Dema ku hûn vê formê bi TRT Kurdiyê re dadigirin heman pirsan ji wan jî dikin?” Li ser van bertekan, karmendê TUÎK’ê ez aresteyî vebijêrka 2. zimanê biyanî kir. Ji bo bidawîkirina formê ji neçarî min jî ev vebijêrk qebûl kir û ji karmend re got ku ez ê vê înkara wan binivisînim. Dema ku min ev tişt jê re got zora karmend çû û got, ‘Hûn van gilî û gazinên xwe nikarin li min bikin. Tiştekî di destê min de tune ye, bi salan e forma me bi vî awayî ye. Kesî mîna te îtîraz nekiriye.’

TUÎK’ê cih nedaye Kurdî - Rojnameya Xwebun

 ‘Li tu deverên dinyayê sosretiyek wiha tuneye’

Belê TUÎK’a ku qaşo bi daneyan re mijûl dibe, bi pirsên xwe li Kurdistanê zimanê Kurdî înkar dike û tune dihesibîne. Bawer im li tu devereke dinyayê sosretiyeke bi vî rengî tune ye. Dibe ku TUÎK van daneyan radestî hikumetê bike û hikumet jî bi van daneyên ku bi înkara Kurdî hatine berhevkirin di hilbijartinan de bi kar bîne. Belê hikumet dikare bi van daneyên înkara Kurdî ji Kurdan deng bixwaze. Lê divê bê zanîn ku dewlet û hikumet hê jî zimanê Kurdî înkar dike.

Lewre ji bilî vê înkara TUÎK’ê di nav hefteyê de rojnameya Xwebûn careke din ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Weke ku tê zanîn rojnameya Xwebûn li Amedê tê çapkirin û ji vir belavî bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe. Beriya niha di mehên îlon û mijdarê yên sala 2022’yan de  şandina rojname Xwebûnê ya bajarên din çend caran hatibû astgengirin. Piştî çend mehan di nav hefteyê de polisan careke din şandina rojnameya Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.

Li otogara Amedê polîs çûn fîrmaya otobusan a ku wê hejmara 168’emîn a rojnameya Xwebûnê birina Stenbolê asteng kirin. Polisan, gef li rayedarên fîrmayê xwarin û ji wan xwestin ku rojnameya Xwebûn bi xwe re nebin Stenbolê. Li ser vê yekê em bi parêzerên xwe Resûl Teymûr re ketin têkiliyê û me jê xwest ku sedema hiqûqî ya astengkirina rojnameya me hîn bibin. Piştî ku parêzerê me bi dozgeran re têkilî danî em hîn bûn ku tu biryareke hiqûqî ya ji bo astengkirina rojnameya me tune ye.

 Polîsan rojname asteng kiriye

Polisên tirk hinek ji TUÎK’ê cudatir zimanê kurdî red û înkar dikin. Belê polisên tirk, li Amedê bi awayekî kêfî rojnameyeke ku bi kurdî weşanê dike û belavî bajaran dibe asteng dikin. Ev astengkirin acizî û bêtemûliya ji zimanê kurdî ye. Di heman demê de vê astengkirina wan sûc e. Polis bi astgengkirina rojnameya Xwebûnê sûc dikin û kîna xwe ya li dijî kurdan û zimanê wan radixin ber çavan.

Derbarê polîsan de dê gilî bê kirin

Em vî sûcê li dijî ziman û rojnameya xwe qebûl nakin û der barê polisên ku li otogara Amedê bêrêziyê li ziman û rojnameya me dikin de gilî bikin. Divê bê zanîn ku êdî zimanê kurdî ne bi astengkirina polisan ne jî bi redkirina saziyên mîna TUÎK’ê dikare bê tunekirin. Lewre êdî kurdî li Kurdistanê şax vedaye û her roj bi saziyên mîna rojnameya Xwebûnê ev şax tên avdan.”

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, 4’emîn Dadgeriya Sulh Cezaya ya Enqerê hesaba Xwebûnê ya twîtterê jî di nav de 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê yên malperên dîjîtal ên bi Kurdî asteng kirin û piştre jî girtin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TUÎK’ê cih nedaye Kurdî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

1 Yorum

  1. Avatar
    10 ئاب 2023, 11:29

    […] TUÎK’ê cih nedaye Kurdî ☺ Tepki Ver | Tepki verilmemiş 0 Mutlu 0 Üzgün 0 Sinirli 0 Şaşırmış Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê […]

    Cevapla