UNÎCEF: Erdhejê bandor li 7 milyon zarokan kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

UNÎCEF’ê diyar kir ku erdhejên Mereşê, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê bandor zêdetirê li ser 7 milyon zarokan kiriye.

Berdevkê Fona Navneteweyî Alîkariya Lezgîn a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Jamer Elder, di civîna îro ya li Palis Des Nations a li Cenevreyê de got ku gelek zarok ji edhejên Mereşê bibandor bûne. Elder, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi giştî 4,6 milyon zarok û li Sûriyeyê jî bi giştî 2,5 milyon zarok ji erdhejê bibandor bûne.

‘Hewceyîya zarokan bi alîkariyê heye’

Elder, diyar kir ku hewcehiya zarok û malbatan bi alîkariyê heye û wiha got: “Gelemperiya xebatkarên saziyan û tîmên destwerdana ewilî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek jê birîndar bûn û ofîs û ekîpmentên wan jî di bin kavilan de man. Malbatên xwedî zarok li kolanan dimînin. Ev yek nîşan dide ku bi dehhezaran malbat tevî zarokên xwe di bin hewayê sar, berf û baranê de ne. Hejmara zarokên bi enfeksiyona hîpotermî û rêya hilmijînê ketîn roj bi roj zêdetir dibe.”

‘Li ser zarokên Sûriyeyê tramvayên nû çêbûne’

Elder, got ku UNÎCEF’ê ji Sûriyeyê re ava paqij, cil û bergên zivistanê, sewqiyata xweyîbûna tibî şandine û wiha bi dawî kir: “Her wiha ji Tirkiyeyê re jî cil û bergên zivistanê, setên zarok û dayikê, seta hîjyenê ya dayikê, betaniye, tilûmê xewê, powerbank û kursiya xewê hatin şandin. Ji ber vê erdhejê dê gelek zarok malbatên xwe winda bikin. UNÎCEF dê li gel Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê zarokên ji malbatên xwe veqetiyayîn tespît bike û bibe alîkar ku pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bike. Ji bo vê jî li nexweşxaneyan personel hatin bicihkirin. Her wiha ji bo van zarokan 10 xetên alîkariyên yên nû xistin xizmetê. Erdhejê, di zarokên Sûriyeyî de travmayên nû çêkir. Hema hema tu zarokên di bin 12 saliyê de yên sûriyeyî ji bilî şer, pevçûn, tundî û koçberiyê tu tiştekî din nizanin. Alîkariya navneteweyî ya ji bo van zarokan, ji bo wan weke şenseke dawî ye. Ji bo alîkariya psîkososyal jî UNÎCEF’ê seferber bûye.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
UNÎCEF: Erdhejê bandor li 7 milyon zarokan kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *