Waliyê Wanê ji peywirê hat wergirtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîyê Wanê M. Emîn Bilmez jî di nav de cihê hejmarek waliyan bi biryarnameya Serokkomariyê hat guhertin. Hat ragihandin ku li şûna Bilmez Waliyê Tokatê Dr. Ozan Balci wekî waliyê Wanê hatiye peywirdarkirin.

Bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan biryarnameya wazîfedarkirina waliyan hate weşandin. Di çarçoveya biryarnameyê de Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî di nav de waliyên Riha, Bolu, Amed, Bartin, Kayserî, Ûşak, Kirşehîr, Karaman û Isparta ji wezîfeyê hatin girtin û ew kişandin navendê.

Hat destnîşankirin ku li şûna Bîlmez, Waliyê bajarê Tokatê Dr. Ozan Balci wekî waliyê nû yê Wanê hatiye peywirdarkirin.

Bi guhertina waliyê Wan, Amed û Êlihê re qeyûmên van bajaran jî hatin guhertin. Waliyê Wanê, Waliyê Amedê û Waliyê Êlihê di heman demê de wezîfeya qeyûmiyê jî bi rê ve dibirin, ew ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wek qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’ê hatibûn kirin.

serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Waliyê Wanê ji peywirê hat wergirtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *