Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Em li dijî operasyona Tirkiyê ya bo Bakurê Suriyê ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgira Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana Stroul diyar kir ku ew bi tundî li dijî her êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê  ne û tekez kir, Amerîka dê hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bihêle daku DAIŞ bi temamî tê têkbirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Cîgira Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Dana Stroul di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye ku li Peymangeha Rojhilata Navîn careke din amaje bi helwesta Amerîkayê derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojhilatê Bakurê Suriyê û ragihand, Waşington bi tundî li dijî her cure operasyoneke Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ye.

‘Em dijî her cure êrîşên Tirkiyê ne’

Her wiha Dana Stroul aniye  ziman, “Em bi tundî li dijî her êrîşeke Tirkiyê ne bo ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, me ew yek bi zelalî ji Tirkiyê re gotiye, bi taybet jî ku DAIŞ dê sûdê ji operasyonek wiha bibîne.”

Perpirsa Pentagonê di berdewamiyê de dibêje “Her êrîşeke Tirkiyê bo ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, hêzên Amerîkayê yîn li heremê dixe metirsiyê û bala HSD’ê jî li ser rûbirûbûna DAIŞê nahêle ku armanca me ya sereke ye.”

Rewşa Iraq û Herema Kurdistanê

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê de jî got, “Erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin, lê pabendiya me bo piştevaniya li hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kêm nebûye, tenê erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin.”

Wê berpirsa Amerîkayê tekez kir ku Amerîka pabendî wê yekê ye ku heta têkbirina temamî ya DAIŞê hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bihîle.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Em li dijî operasyona Tirkiyê ya bo Bakurê Suriyê ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *