Xizmên girtiyên nexweş serdana partiyên siyasî dikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xizm û malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, li Enqereyê çûn meclîsê bi nûnerên partiyên siyasî re civiyan.

Malbat û xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û ji girtîgehê nayên berdan ev demeke li bajarên Wan, Amed, Stenbol û Îzmîrê ‘Nobeta Edaletê’ digirin. Malbat li gel Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirov a HDP’ê Serhat Eren, Hevseroka Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Babur û Hevserokê TUHAY-DER’ê ya Amedê Mehmet Gunduz, li Enqerê serdana Partiya DEVA, Partiya Gelecek û Partiya Saadetê kirin.

Li navenda DEVA’yê, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Emin Ekmen pêşwazî li malbatan kir. Di hevdîtinê de Erkmen, anî ziman ku partiya wan li meclîsê daxuyanî daye û ve mijar anîne rojevê. Ekmen herwiha diyar kir, dê ji îro pêde li ser rewşa girtiyan bisekinin.

Malpat piştî DEVA’yê çûn Partiya Saadetê û ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Seadetê Cafer Guneş ve hatin qebûlkirin. Cafer Guneş li vir soz da malbatan, ku dê rewşa girtiyan bînin rojeva meclîsê.

Di serdana li Partiya Gelecekê, Sekreterê Giştî Kanî Torun pêşwazî li malbatan kir. Kani Torun, li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê civîna ligel malbatên girtiyên nexweş parve kiriye û ev peyam belav kiriye: “Malbatên girtiyan hatin serdana me. Girtîgeh tejî bûne. Tenê îsal 62 girtiyan canê xwe jidest dane. Ji 600î zêdetir nexweşên giran hene. Ji xwe mirov cezayê xwe dikşînin, eziyetê jî nedin wan.”

Malbatên girtiyan ji bo serdanê serî li CHPê jî dane, lê CHP’ê heta niha bersiva daxwaza serdanê ya malbatên girtiyan nedaye.

Li bendê ye ku malbat biçin serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk jî.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xizmên girtiyên nexweş serdana partiyên siyasî dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *