16 saziyan bertek nîşanê astengkirina hesabên Kurdî da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziyên ku di warê zimanê Kurdî de xebatan dimeşînin bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astengkirin û girtina malperên Kurdî dan û gotin: “Em vê biryarê qebûl nakin, em ê weke niha, ji niha û pê ve jî di her şert û mercî de xwedî li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşana bi Kurdî derkevin.”

 4’emîn Dadgeriya Sul Ceza ya Enqereyê, li ser daxwaza Midûriyeta Ewlekariya Giştî 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê yên ku dinav de MA Kurdî, Xwebûn, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV, Weşanxaneya Avesta jî heyî asteng kir.

16 saziyên ku li ser çand û zimanê Kurdî xebatan dimeşînin, bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî astengkirin û girtina malperên Kurdî dan û bang li hemû Kurdan û derdorên mirovahîparêz kir ku li dijî vê biryarê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi Kurdî xurtir bikin.

Saziyan di daxuyaniya xwe de wiha gotinê:

“2 rojan beriya niha 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bû. Wateya bingehîn a vê rojê parastin û pêşxistina hemû zimanên zikmakî yên li cîhanê ne. Lê derketiye holê ku li ser daxwaza dadgehên dewleta tirk a heman rojê hê ku rojek li ser derbas nebûyî, anku di 22’yê sibatê de, hesabên dijîtal ên rojnameya hefteyane Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV di nav de gelek malperên dijîtal ên bi kurdî weşanê dikin ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve bi hincetên pûç hatine astengkirin û mafê agahîgirtina bi kurdî hatiye binpêkirin.

‘Ev nêzîkatiya dijminane ye’

Ev ne cara yekê ye ku rojname, malper û weşanên kurdî tên astengkirin. Ev yek encama nêzîkatiyên dijminane yên li dijî ziman, çapemenî û weşana kurdî û nirxên neteweya kurd e. Di heman demê de ji ber ku di 21ê sibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê dane derbarê saziyên zimanê kurdî de lêpirsîn hatiye  destpêkirin. Bi van hewldanên faşîzan jî gelek aşkera tê dîtin ku tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û jiholêrakirina zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd bi awayekî sîstematîk hê berdewam dikin.

 ‘Bil zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’

Em wek saziyên zimên vê kiryara li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku ev biryara li dijî mirovahiyê û li dijî zagon û peymanên navneteweyî demildest bê betalkirin. Berovajiyê vê yekê, zimanê kurdî wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdehiyê û li her qada jiyanê serbest azad be, çapemenî û weşana bi kurdî ji her milî ve serbest û azad be.

‘Zimanê Kurdî rûmeta Kurdan e’

Zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya me kurdan e. Tu hêz nikare zimanê me tune bike. Em ê wek heta niha, ji niha û pê de jî di her şert û mercî de li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xwedî derkevin.

Bi vê boneyê, em bang li hemû kurdan û derdorên mirovahîparêz dikin ku têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xurtir bikin.

Navên saziyên ku di binê daxuyaniyê de îmzeya wan heye wiha ne:

Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê îmzeyên wan binî vê daxuyaniyê ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
16 saziyan bertek nîşanê astengkirina hesabên Kurdî da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *