Amerîkayê derbarê êrîşa Qamişloyê de daxuyaniyek weşand

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa dironê ya li hemberî bajarê Qamişlo weke “metirsîdar û gefa li ser sivîlan” bi nav kir. Wezaretê, bang li aliyan kir ku aloziyan nehêlin.

Di 20’ê Hezîranê de, li gundekî bi ser bajarokê Tirbespiyê yê ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo, otomobilek bû armanca êrîşa dironên Tirkiyeyê. Di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira wê Lemyan Şwêyş û ajokarê otomobîlê jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşê de Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şamûn jî birîndar bibû.

Berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek da. Li gor nûçeya Rûdawê, Berdevkê Wezaretê ku navê wî di nûçeyê de nehatiye dîyarkirin, aniye ziman: “Em bi berdewamî li dijî her kiryareke leşkerî ne ku rewşa Sûriyê aloz bike û aramiyê ji holê radike.”

Heman çavkanî gotiye: “Ev zêdebûna aloziyê ya li Sûriyê û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê xeter e û ewlehiya sivîlan dixe xeterê. Me hemû alî teşwîq kirin ku yekser aloziyan nehêlin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîkayê derbarê êrîşa Qamişloyê de daxuyaniyek weşand

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *