Atîk: Ji ber tirsa windakirina dengan veguherina bajarî nayê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bajarîbûna çewt, îro wekî pirsgirêkeke mezin li pêş me ye. Li Wanê jî ev pirsgirêk bi giştî tê jiyandin û bandorek xerab li ser civakê dike. Serokê Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) Mihaîl Atîk, derbarê mijarî de got ji ber tirsa windakirina dengan li Wanê bi avayekî rêkûpêk veguherîna bajarî nayê kirin.

Li heremê, Wan bajarekî girîng e û ji salên 90 vir ve gelek kesan koçî vir kiriye. Lewra nifûsê bajêr ji ber vê yekê gelek zêde bûye û ev jî rê li ber pirsgirêkan vedike. Li nava bajêr ji pirsgirêka trafîkê bigre heta binesaziyê hejmarek zêde pirsgirêk hene û ev jî welaiyan tengav dike. Bi sedema hejmara zêde ya mirovan bajarîbûneke çewt derketiye pêş.

Serokê ÎMO’yê yê Wanê Mihail Atik, got ku li Wanê piraniya nifûs li navendê berhev bûye, bo çareseriyê jî got ku pêwîstî bi navendeke din heye.

Atîk, got ku beriya niha wan pêşniyar kiriye ku Wanê biçin sê navend û da zanîn bi vî avayî geremola (kalabalik) li nava bajêr dê belav bibe. Atîk, destnîşan kir ku ev pêşniyara wan bi sedema li hevnehatina rantê nehatiye qebûlkirin.

Atîk: Ji ber tirsa windakirina dengan veguherina bajarî nayê kirin - imo baskani carpik kentlesme 1024x768 1
Mihail Atik

Atîk herwiha got ku derdorên siyasî tenê xebatê li heremên alîgirên xwe dikin û derbirî ku ev jî rê li ber bajarîbûna çewt vedike.

‘Divê komxebatek were lidarxistin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Atîk derbirî ku gelek cureyên veguherîna bajarîbûnê hene û daxwaz kir ku di vî warî de ji bo Wanê komxebetak cidî were lidarxistin. Atîk anî ziman ku veguherîna bajarîbûnê bo Wanê divê li ser esesa erdhejiyê bên çêkirin û wiha pêde çû: “Lewra, erdej tesîrê li ser jiyana gelek mirovan dike. Herema me, yek ji heremên erdhejiyê ye. Lê mixabin, ev yek bi sedema ku karê wan kêm dike, ji aliyê mutahîtan ve nayê qebûlkirin. Lewra dema li ser esasê depremê avahî bên çêkirin, mutahît nikarin zêde qatan bilind bikin.”

‘Li Wanê bêplanî heye’

Atîk, da zanîn ku Wan ji aliyê bajarvaniyê ve xwedî kêmasiyên kûr in û got, hêj pirsgirêkên sereke yên bajêr nehatine çareserkirin. Ew dibêje ku heta ev pirsgirêk neyên çareserkirin, Wan bi ser xwe ve nayê û nabe bajarekî hevdem. Atîk wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber ku Wan bajarekî navende li heremê, ji ber sedemên şer, bazirganî û hwd. gelek koç rakiriye. Ev jî bêplan hatin e. Bi vê sedemê jî bajarîbûneke çewt derketiye holê.”

Serokê ÎMO’yê Atîk, her wiha behsa têkiliyên rêxistinên civakî yên sivîl û rayedarên bajar jî kir û got ku rayedar peywendî bi rêxistinên civakî re nadeynin. Di vê derbarê de wî ev tişt gotin: “Mixabin deshilat, van rêxistinan jî dişibîne xwe. Lê pêvajoyek nû li pêş me heye. Pêwîs e, beyî tirsa windakirina dengan, rayedarên nû, yên dê bên hilbijartin bibêjin ‘Çi be bila bibe, dibe ku ez dengan jî winda bikim. Lê ez ê bajarekî pir xweş û hevdem ava bikim’ Mixabin, niha armanca sereke bûye serkeftinek demkî dakû rant belav bike alîgirên xwe. Ya herî xerab ew e ku di nava her partiyekê de hin lobiyên nebaş hatine avakirin. Ev lobî divê bêne belavkirin.”

’Xala 18’emîn zulm e’

Atîk ku nirxandinên xwe domandine, balê dikişîne ser çêkirina rêya derdorê ya Wanê û wiha diaxive: “(Bi hinceta rêya derdorê) li gor xala 18’emîn mal û milkê welatiyan desteser dikin û rêyan çêdikin. Vê yekê jî li dijî etîk (Ehlaq) û dijî niqaşa meclîsa (şaredariyê) dikin. Lewra bê bedel milkê xelê desteser dikin.”

Ew di vê çarçoveyê de îdîayekî jî tîne ziman û dibêje, “Bo rêya derdorê pisporêkî nexşerêyê hatiye dîyarkirin. Ev pispor dest nade milkê xizmên xwe. Wan li derva dihêlê. (Li hin cihên din) ew rê di nava milkê xizmên xwe de derbas dike. Buhayê metreyek erdê wan yê yek lîre ji nişkave bi saya rê derdikeve 20 lîreyan. Xala 18’emîn zulme ku li walatiyan dikin.

Di dawîyê de Atîk got ku rayedarên bajêr odeyan tevli xebatan nakin û wiha got, “Demek beriya niha ji aliyê Walîtiya Wanê ve Plana Kêmkirina Rîska Afatê ya Bajêr (ÎRAP) hate amadekirin. Lê Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) cih têde negirtiye. Di xebatek wiha cidî de odeya ku pêwîste di nav de be, tev nakin. Pişt re jî di konaxa çêkirina planan de jî têne cem me.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Atîk: Ji ber tirsa windakirina dengan veguherina bajarî nayê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *