Baroya Rihayê: Bi rewşa heyî re girtîgeh hişyariyê didin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulistan Paydaş destnîşan kir ku li girtîgehên Rihayê, mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin, înfaza girtiyan tê taloqkirin û wiha got: “Bi rewşa heyî re girtîgeh hişyariyê didin.”

Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî Girtîgehên Rihayê yên Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa T’yê rapora binpêkirina mafan amade kir û li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulistan Paydaş di civînê de axivî û diyar kir ku li girtîgehên Rihayê bi girtiyan re hevdîtin kirine, gelek binpêkirinên mafan tespît kirine û gelek girtiyên nexweş li girtîgehan hene.

Rewşa girtiyên nexweş

Paydaş binpêkirinên mafên girtiyên nexweş ku pê re rûbirû mane rêz kir û wiha got: “F. A, M.D.K, C.C, M.A, A.B, A.B. û H.A, E.G, Y.Y, S.K. M.T û girtiyên din bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane. Hat diyarkirin ku wisa xuya dike girtî H.A. nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye û ji bo tedawiyê û tetkîkan tu gav nayê avêtin. Li gel ku pêdiviya F.A. bi piştbend (korse) heye jî lê rêveberiya girtîgehê gavek navêje. Divê bêyî dereng bikeve ji bo F.A. piştbend were temînkirin. Berevajî vê binpêkirina rewşa li dijî mirovahiyê û muameleya xerab e. Hemû berpirsiyarî li ser milê îdareyê ye. Heke îdare wezîfeya xwe pêk neyîne ev dibe sûc.”

Baroya Rihayê: Bi rewşa heyî re girtîgeh hişyariyê didin - Baroya Rihaye Bi rewsa heyi re girtigeh hisyariye didin

‘Înfaz tên şewitandin’

Paydaş anî ziman ku binpêkirinek din a mafan jî ew e ku girtiyên ku înfaz ango cezayê xwe qedandine mafên wan ên tehliyeya bişert tê astengkirin û Î.H.T, S.D, H.D, E.K, H.O, N.T, C.C. di nav kesên ku înfaza wan bêhincet hatiye taloqkirinê de cih digirin. Paydaş da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan rayeyên xwe di warê xerab de bikar tînin û xwest dawî li van sepanan were û xwest mekanîzmayên ku dikaribin kontrol bikin û zelal werin lipêşxistin.  

Paydaş wiha got: “Di rewşa heyî de girtîgeh hişyariyê didin. Divê beriya her tiştî girtîgeh li gorî qanûnên ku hene tevger bike. Divê rayedarên dewletê rewşa girtîgehan li ber çavan bigirin û li gorî qanûn û hiqûqa neteweyî û navneteweyî tevger biki. Ji bo ev rewş bi dawî bibe pêwîste bi berpirsiyariya xwe rabin. Em li dijî binpêkirinên mafan bang li CPT, Wezareta Dadê, TÎEK û Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Baroya Rihayê: Bi rewşa heyî re girtîgeh hişyariyê didin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *