Berbi hilbijartinan ve: Qedexeyên qampanyaya hilbijartinê bo Serokkomar derbasdar nîne!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî ku, bo hilbijartinên giştî demek pir kin maye, endamê Platforma Hilbijartinan a Serbixwe Nejat Taştan ku vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, got ku piştî guhertinên dawî, qedexeyên qampanyaya hilbijartinê êdî bo Serokkomar derbasdar nîne. Taştan wiha axivî: “Ev kese Serokkomar e. Lewma, dema ji bajarekî biçe bajarek din, wê bikare, hemû îmkanên dewletê bikar bîne. Wê, ji bo wî protokol bên avakirin û dê qampanyayê bimeşine. Rewş ev e. Ji bo başkirina vê rewşê jî, ne li hiqumetê ne jî li muxalefetê, vînek tuneye.”

Li Tirkiyê, partiyên siyasî ji bo hilbijartinên Hezîrana 2023’an amedekariyên xwe didomînin. Tevî ku ji salekî kêmtir, bo hilbijartinan wext maye, endamê Platforma Hilbijartinan a Serbixwe Nejat Taştan, ku ji sala 2011’an vir ve hilbijartinan dişopîne, diyar dike ku pêwîste, qanûna hilbijartinê, herî kêm xwedî standartên navnetewî be.

Hin guhertinên di qanûna hilbijartinê de hatine kirin ev in:

* Benda hilbijartinê wê bibe ji sedî 7

* Bo tevlibûna hilbijartinê wê şertê, hebûna koma meclîsê bê rakirin. Ji bo ku partî bikarin tevli hilbijartinan bibin, lazime di nava 6 mehan de li 41 bajaran xwe rêxistin bikin.

 * Serok û Endamên Desteyên Hilbijartinê yên Bajar û Navçeyan, dê ji nava dadgerên, di asta yekan de, bi qurayê bêne diyarkirin.

 *Nabe ku jibo endamtiya Desteya Sindoqan, endamekî partiyek din bê diyarkirin.

*Dema ku ji hilbijartinan re demek kin bimîne, nabe ku qeydên hilbijêran bêne guhertin. Ji bo wê jî, dê navnîşana hilbijêran a sala dawî esas were girtin. Rewşên neçarî yên wekî tayîn û bicihkirinê dêê wekî îstisna bê girtin. Bi saya vê bendê, tê xwestin ku di hilbijartinên muxtariyê de pêşî li niqaşan were girtin.

Em bi Endamê Platforma Hilbijartinan a Serbixwe Nejat Taştan re li ser mijarên wekî, mafê dengdayîna komên kêmderfet, çewaniya bikaranîna dengdayîna wan û binpêkirina mafên wan yên di dema hilbijartinan de axivîn.

Berbi hilbijartinan ve: Qedexeyên qampanyaya hilbijartinê bo Serokkomar derbasdar nîne! - Nejat Taştan 1
Nejat Taştan

 ‘Li Tirkiyeyê mevzuata hilbijartinê ne li gor mafê mirovan e’

Taştan, derbirî ku binoya hemû kes bikare tevli rêveberiya welat bibe, divê çinebe qanûna hilbijartinan li gor standartên navnetewî be. Wî her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mevzuata hilbijartinê ne li gor mafê mirovan e û wiha pêde çû: “Dema em mêze mevzuata hilbijartinan dikin; kesên xwendin û nivîsandina wan tune, kesên Tirkî nizanin, mirovên astengdêr û qal nikarin xwe bigihinîn navendên hilbijartinan”

 Derbarê kesên ku li malên spartinê de hatine bicih kirin de jî Taştan, anî ziman ku, di çarçoveya mevzuata hilbijartinê de, bo dengdayînê li van deran tu tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin. Taştan, girêdayî vê mijarê rewşa kesên bê avahî jî anî ziman û wiha destnîşan kir: “Li Tirkiyeyê mirovên bê avahî hene. Ew li bin pireyan de, an jî li kolanan, bi me re, li heman bajarî jiyan dikin. Lê ji bo hilbijartina endamên meclîsê û şaredaran ew nikarin deng bidin.”

‘YSK: Ger, em bi Kurdî bikarbînin, divê bi zimanên din jî were bikaranîn’

Taştan, dibêje ku li gor standartên navnetewî, tê xwestin ku tedbîran werbigirin û wiha domand: “Mînak, bo kesên bê mal, pergalek cuda hatiye amadekirin. Tê gotin, pêwîste bo kesên zimanê wan ê zikmakî cihe, bi wî zimanî perwerdeyên hilbijartinê were kirin. Dixwaze propagandaya hilbijartinê bi wî zimanê bê meşandin. Mixabin ev e li Tirkiyeyê tune ne.”

Derheqê, propagandaya hilbijartinan de Taştan, li ser mînekekê rewş wiha rawe kir: “Di sala 2015’an de, li Stenbolê, du jinên, ku zimanê wan yê zikmakî cihe bû, serî li me da. Me jî di vê çarçoveyê de li YSK’ê serlêdan kir. Wan jî, ev bersiv da me, ‘Ger, em bi Kurdî bikarbînin, divê bi zimanên din jî were bikaranîn’.”

Berbi hilbijartinan ve: Qedexeyên qampanyaya hilbijartinê bo Serokkomar derbasdar nîne! - seçim 1

 ‘Vîna hilbijêran di sindoqê de diyar nabe’

Taştan, amaje wê yekê kir ku, YSK dizane wê çi bike, lê ew vî mafî nasnake û wiha dirêj kir: “Dibe, sê an jî pênç kes be. Ferq nake, ha yek kes, ha sed hezar kes. Dema yek kes jî nikare deng bide, ev tê wateya binpêkirina mafî. Dema ku hûn mêze dikin, ji berê we re, li bajarên ku rajeya kesên bê xwendin û nivîsin zêde, hejmara dengên betalkirî zêde derdikeve. Li aliyê din, kesên astengdêr tên û sindoqa wan danîne qata sêyan. Ew bi sedyeyê, an jî li ser milan diçe dend dide. Ji astengdêran tê xwestin ku di beriyê de serlêdan bikin, dakû cihê wan bê diyarkirin. Em ji YSK’ê dipirsin; Gelo hun van dibisanan li gor çi diyar dikin? Krîtera we çiye? Em bêjin li Wanê 5 dibistan hatine destnîşan kirin, we ev dibistan li gor çi diyar kirine? Tenê ev pirsgirêka astengdêran nîne. Mirovên kal hene, dayîkên xwedî zorok hene. Ji ber van rewşan, divê krîterên pêwîst bên bicihkirin”

‘Rapora me, wekî delîl ji Dadgeha Îdareye re hatiye pêşkeşkirin’

Taştan, bilêv dike ku, wan di hilbijartinên Hezîrana 2011’an de çavdêrî kirine û rapora ku wan di wê derbarê de amade kiribû, wekî delîl ji Dadgeha Îdareyê re hatiye pêşkeşkirin. Wî derbarê mijarê de got ku li Îzmîrê, di dema çavdêriyê de, hevalên wan rastî keseke ku bi kursiya seyare hatibû deng dayîne hatine wiha axivî: “Me ji wê/wî re mafên wê vegotin. Li ser vê yekê, li Dadgeha Îdareyê ew doz vedike û dayîna tazmînate li ser YSK’ê tê ferzkirin.”

Taştan, di dawiya axaftina xwe balkişand ser rewşa Serokkomar ku qedexeyên hilbijartinê bo wî derbasdar nîne û wiha got: “Ev kese Serokkomar e. Lewma, dema ji bajarekî biçe bajarek din, wê bikare, hemû îmkanên dewletê bikar bîne. Wê ji bo wî protokol bên avakirin û dê qampanyayê bimeşine. Rewş ev e. Ji bo başkirina vê rewşê jî, ne li hiqumetê ne jî li muxalefetê vînek tuneye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berbi hilbijartinan ve: Qedexeyên qampanyaya hilbijartinê bo Serokkomar derbasdar nîne!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *