Beşar Esad: Vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyan e

featured
SANA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Sûriyê Beşar Esad ragihand, vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê de ye.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA’yê ragihandiye, Serokê Sûriyê Beşar Esad û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li Şamê civiyan e.

Hat destnîşankirin ku Beşar Esad û Husên Emîr Ebdullahiyan pêwendiyên dualî û hevkariya di navbera Sûriyê û Iranê de, her wiha vegera penaberan û vekişîna Tirkiyê ji nava Sûriyê gotûbêj kirine.

Li gor ajansê, Esad ji Ebdulahiyan re tekez kiriye, heya ku Tirkiye ji axa Sûriyê venekişe, pêwendiyên Şam û Enqerê asayî nabin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Beşar Esad: Vekişîna Tirkiyê ji axa Sûriyê şertê asayîkirina pêwendiyan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *