Botên wan binav bûn: 15 penaber di avê de fetisîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li nêzî peravên Girava Lesbos ya Yunanîstanê ya li Behra Egeyê 2 botên penaberên binavbûn. Li gor agahiyên destpêkê, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hêza Berevaniya Beravan ya Yunanistanê, daxuyandiye ku di nava her du botan de nêzîkî 40 penaber hebûne û li nêzî Girava Lesbosê binav bû ne.

Hatiye ragihandin ku herî kêm cenazeyê 15 kesan hatin dîtin û hejmarek zêde penaber jî winda ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaxa Deryaya Navîn a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (IOM) herî dawî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di 9 salên dawî de, nêzî 25 hezar penaber di vê rêwîtiyê de, li Behra Spî û Egeyê jiyana xwe ji dest dane.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Botên wan binav bûn: 15 penaber di avê de fetisîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *