Bûyereke sosret: Xaliçeyên Koşka Serokkomar hatin dîzin

featured
Koşka Sedabad a Serokkomariya Îranê ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmarek zêde xalîçeyên (Ferş) Koşka Serokkomariya Îranê ya Sedabadê ji aliyê dizan ve hatine dîzin.

Li Îranê bûyereke diziyê ya sosret hatiye jiyandin. Li gor nûçeya Kurdistan TV ku spartiye beşa Farisî ya rojnameya Îndipendetê rayedarên Îranê destnîşan kirine ku 48 parçe xalîçeyên bi cure Kaşan yên bi dest hatine çêkirin, ji Koşka Serokkomarî ya Îranê ya Sedabadê hatine dizîn.

Heta niha rayedarên Îranê derbarê vê mijarê de tu daxuyanî belav nekirine.

Hêjayî gotinê ku xalîçeyên anku ferşên bi cure Kaşan ên bi temamî bi destan têne raçandin li tevahiya cîhanê nav û dengin û bi qîmetê xwe jî buhatirîn cureya ferşêne.

Xalîçeyên Kaşan ku piranî bi benikê armûşê anku herîrê tê raçandin, boneya ku li Eyaleta Kaşan a Îranê têne çêkirin, bi vî navî hatine pênasekirin. Ev xaliçeyên nadîde bi kedeke mezin têne raçandin û motîfên wê nazik û hûr in.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bûyereke sosret: Xaliçeyên Koşka Serokkomar hatin dîzin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *