CHP’ê bersiv da Hevserêkê HDP’ê

featured
Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel, derbarê banga Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de ku gotibû “Em li bendê ne ku Kiliçdaroglu li navenda me serdana me bike” axivî û wiha got, “Namzetê Serokkomariyê mecbûr e serdana hemû partiyên siyasî bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu weke namzetê serokomariyê yê Tifaqa Milletê hat ragihandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Mîthat Sancar jî ku tevli bernameyeke televîzyonê bû, namzetiya Kiliçdaroglu pîroz kir û got: “Berî her tiştî dixwazim bibêjim ku namzetiya birêz Kiliçdaroglu li ser xêrê be. Em li bendê ne ku serdana me bike.”

Li ser vê daxwaza HDP’ê, Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel di bernmeya televîzyonekê de got ku dibe Kiliçdaroglu serdana HDP’ê bike.

Ozgur Ozel got: “Em spasiya Mîthat Sancar dikin, ev pir bi qîmet e. Namzetê serokomariyê dikare serdana hemû partiyên siyasî bike. Ew berpirsiyar e ku serdana hemû partiyên siyasî bike, bi wan re bicive û diyar bike ku ew dê çawa Tirkiyê birêve bibe. Ji ber ku nabe di navbera dengderan û partiyên siyasî de cudakarî were kirin. Me berê gelek mînakên vê yekê dan.”

Ozel herwiha da zanîn ku pêştir ji bo ewlehiya hilbijartina ji bilî MHP’ê serdana hemû partiyan kiribûn û di nav HDP jî hebû û got: “Beriya kampanyayê yan jî di dema kampanyayê de, çawa serdana partiyên din bê kirin dibe ku serdana wan (HDP) jî bikin. Ez li vir tu pirsgirêkê nabînim. Berê dema Partiya Demokratîk a Gelan dixwest serdana Partiya Komarî ya Gel bike, me dem diyar kir û serdana hevserokan qebûl kir.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
CHP’ê bersiv da Hevserêkê HDP’ê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *