Derbarê parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî de lêpirsîn hat vekirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rejîma Îranê derbarê 54 parêzerên ku piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn da destpêkirin. Parêzer di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê dozgeriyê ve bo îfadeyê hatin gazîkirin.

Jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytext Tehran a Îranê di encama îşkenceya “Polîsên exlaqê” de hatibû qetilkirin. 54 parêzeran jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn. Parêzeran bi îmzeyên hevpar re diyar kiribûn ku rayedarên hikûmetê derqanûnî tevgeriya ne û ev rewş şermezar kiribûn.

Serdozgeriya Bokanê ji bo îfadeyê bang li 54 parêzaran kir. Di nivîsa serdozgeriyê ya ji parêzeran re hatiye şandin de wiha hat gotin: “Ji bo weşandina wêne, fîlm û nivîsên li dijî parastina rêgezên giştî banga îfadeyê hatiye kirin.” Her wiha di nivîsê de hatiye gotin ku divê parêzer di nava 5 rojan de îfadeyên xwe bidin û piştre jî dê derkevin dadgehê. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî de lêpirsîn hat vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *