Di bin siya krîza aborî de amekedariyên zivistanê: Ji ber krîzê tama tirşî jî nexweş bûye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, jinên ku bo zivistanê amedekariyê diken dibêjin ku ji ber krizê nikarin tiştek bistinînin û bona ku bûhayê sebzeyan gelek zêde bûye tu taha tirşî girtinê jî nemaye.

Bi destpêka demsala payîzê li Wanê jin di meha Îlonê de dest bi amedekariyên zivistanê dikin. Li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, jin diçin bazaran û bo tirşî girtinê sebze dikerin. Jinên ku van amedekariyan dikin, ji ber bûhabûna sebzeyan gelek bi gazincin û destnîşan dikin ku ew encax dikarin tenê 5 vîdonan tirşî bigirin.

Di bin siya krîza aborî de amekedariyên zivistanê: Ji ber krîzê tama tirşî jî nexweş bûye! - tursu haber 11 750x500 1

Ji sebzeyên cur be cur tirşî çêdikin

Ev jinên ku dest avêtine çêkirina tirşî, diyar dikin ku par kîloya zebze 5 TL’yan bû, lê îsal ev derketiye 15 TL’yan. Jina bi navê Canan Durmaz ku ew jî wekî gelek jinên din bi hatine meha Îlonê dest bi çêkirina tirşî kiriye wiha axivî: “Em ji sebzeyên wekî, pivaz, xitik, sîr, xiyar, bacan, bîberên hêşîn, kelem, gêzer û gulkelem, tirşî çêdikin. Hin caran derfet çênabe ku em van sebzeyan hemûyan bistinin. Her meh bûhayê sebzeyan zêde dime. Ji ber vê jî krîza aborî tehma tirşî jî xirab kiriye!”

Di bin siya krîza aborî de amekedariyên zivistanê: Ji ber krîzê tama tirşî jî nexweş bûye! - tursu haber 2 750x500 1
Canan Durmaz

 ‘Sebze gelek buha bûye’

Durmaz, her wiha destnîşan kir ku di mehên zivistanê de li gor havînê buhayê sebzeyan gelek bilind dibe û wiha domand: “Sebze zivistanê bona ku ne demsala wan e, bê tahme û nayê xwarin. Em jî bi vê sedemê tirşî digirin. Par me kîloya sebze 5 TL’yan dikerî, îsal kîloya sebze ji 15 TL’yan destpê dike. Me di demên berê de her sal 15-20 vîdon tirşî digirt, lê îsal encax em dikarin 5 vîdonan tuje bikin. Sala par, pakêta toza lîmonê, 2 TL bû, îsal ev bûye 12 TL. Dîsa şûşa sirkê 3 TL bû, nû 10 TL ye. Pakêta xwê 1 TL bû niha derketiye 5 TL yan. Êdî divê rê li ber van zaman were girtin. “

Di bin siya krîza aborî de amekedariyên zivistanê: Ji ber krîzê tama tirşî jî nexweş bûye! - tursu haber 5 750x500 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di bin siya krîza aborî de amekedariyên zivistanê: Ji ber krîzê tama tirşî jî nexweş bûye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *