Di encama şerê li Sûdanê de herî kêm 185 kes hatine kuştin

featured
BBC
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama şerê navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de ku ev çar roje berdewam dike, heta niha ji her du aliyan 185 kes hatine kuştin.

Li Sûdanê, di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de şerekî dijwar rû dide. Şerê ku piranî li derdora qesra serokkomarî ya Sûdanê dijwar bûne, her ku diçe li kolanên bajar û navçeyan belav dibe.

Hêzên Piştevaniya Bilez îdîa dike ku wan avahiya Diyafe li kêleka baregeha fermandariya giştî ya Artêşa Sûdanê kontrol kirine.

Di encama şerê 4 rojan de, ji her du aliyan heta niha herî kêm 180 kes hatine kuştin û hezar 800 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di nava van kesan de welatiyên sivîl jî hene.

Li aliyê din ji ber şer, welatî li paytext Xertûmê di malên xwe de asê mane, derman li nexweşxaneyan kêm bûne û firokexane hatine girtin. Herwiha li Xertûm av û elektirîk li ser xelkê hatiye birîn û Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz dikin korîdoreke mirovî bo gihandina alîkariyan bo xelkê bê çêkirin.

Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez hev du bi destpêkirina wî şerî tometbar dikin.

Beriya destpêka şer, Artêşa Sûdanê ji Hêzên Piştevaniya Bilez daxwazkiribû ku di nava 6 mehan de, tevlî artêşa welat bibin. Lê ev yek ji aliyê Hêzên Piştevaniya Bilez ve nehatiye qebûlkirin.

Artêşa Sûdanê ji zêdetirê ji 250 leşkeran û Hêza Piştevaniya Bilez jî ji 100 hezar çekdarên pêk tê. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama şerê li Sûdanê de herî kêm 185 kes hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *