Di hefteya nû de 7 fîlm wê bên nîşandan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li salonên sînemayê, di heftaya nû de wê 7 fîlmên nû bên nîşandan.

Vê hefteyê fîlma “Sêgoşeya Xemgîniyê” yê Ruben Ostlund ku di Festîvala Fîlman a Cannesê, Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt, dikeve vîzyonê.

Charlbi Dean, Harris Dickinson û Woody Harrelson di fîlmê de serleheng in. Cureya fîlmê jî komedî û dram e.

“Kî Kujer e?”

Di fîlma ku derhinêriya wê ji aliyê Halîna Reijê ve hatiye kirin de, Amandla Stenberg, Maria Bakalova û Rachel Sennott wekî listîkvan cih digirin.

Halina Reijê derhêner e. Qala çîroka komeke ciwanên dewlemend dike ku berî tofan bajarokê wan bide ber xwe, di malekê de partiyekê li dar dixin didin, di nava xwe de lîstikekê dilîzin û hin tişt tên serê wan .

“Emily”

Derhinêrê fîlmê “Emily” yê Frances O’Connor e û ew di fîlma xwe de qala evîna ku jiyana nivîskara Îngiliz Emily Bronte serûbin kiriye û her wiha pêvajoya nivîsîna şahkara wê “Girên Gujegujê” dike.

Di fîlmê de Emma Mackey, Oliver Jackson-Cohen û Fionn Whitehead serleheng in.

“Servîsa Pitikan”

Hirokazu Koreeda derhêner e, Kang-ho Song, Dong-Won Gang û Bae Doona dileyîzin.

Sanghyeon hewl dide deynê xwe bide û Dongsu jî di tesîsekê kar dike ku mirov pitikên xwe tînin li wir dihêlin. Ew pitika bi navê Woosung didizin û dixwazin wê bifiroşin.

“Qefes: Di nav du şerî da”

Cenk Îzgoren derhêner e Açelya Elmas û Murat Aslan serleheng in. Di fîlmê de qala kesekî tê kirin ku li wargeha mezinkirinê hatiye xwedîkirin û bi xwe jî xazî ye û şerkerê qefesan e.

“Feqa Şeytan”

Jacqueline Byers, Virginia Madsen û Colin Salmon serleheng in. Daniel Stamm derhêner e. Qala rehîbeyeke bi hêzeke şeytanî re rû bi rû ye, tê kirin.

“Rêwîtiya Bisêhr a Ber bi Hîvê”

Fîlma anîmasyonê ya ku Elî Samadî Ahadî derhênerê wê ye qala Peterê ku xwîşka wî hatiye revandin û ji ber vê jî bo wê rizgar bike diçe hîvê û tiştên tên serê wî, dike.

Serhat News

(lg)

Jêder: Bîanet Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di hefteya nû de 7 fîlm wê bên nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *