Dîroka civîna çar alî ya derbarê qeyrana Sûriyeyê de diyar bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyeyê de wê di navbera 3-4’ê Nîsanê de li paytext Moskova ya Rûsyayê bê lidarxistin.

Li gor nûçeya Rûdawê ku spartiye ajansa Sputnikê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Abdullahiyan di dema serdana Moskovayê de ragihandiye, civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyeyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê, dê 3-4’ê Nîsanê de li Moskovayê bê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinêye, beriya niha hatibû ragihandin ku civîna çaralî ya van welatan dê di 15-16’ê Adarê de di asta cîgirên wezîrên derve de bê lidarxistin, lê wê çaxê civin ji ber sedemên ‘Teknîkî’ bo demeke ne diyar hatibû paşxistin.

Wek tê zanîn, Parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan wê demê derbarê paşxistina civînê de gotibû: “Berî civîna di asta wezîrên derve de, divê em wek pêngavên destpêkê li ser çend xalan li hev bikin. Divê hêzên dagirker ên Tirkiyê ji axa rojavayê bakurê Sûriyê bi temamî vekişin û ev ax bo Artêşa Ereb a Sûriyeyî bê radestkirin.” 

Serhat News 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dîroka civîna çar alî ya derbarê qeyrana Sûriyeyê de diyar bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *