Du jin din, ji aliyê hevserên xwe ve hatin qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erzîngan û Edeneyê, du jin ji aliyê hevserên xwe ve hatine qetilkirin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li taxa Halîtpaşa ya Erzînganê, di navbera zilamê bi nave A.O yê 31 û hevjîna wî Handan O. ya 30 salî de nîqaş derketiye. Piştî  nîqaşê A. O., bi kêrê êriş biriye ser hevjîna xwe û ew birîndar kiriye.

Piştî bûyerê wî kesî xwe radestî polîsan kiriye û li ser zanyariyên wî polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û jina birîndar piştî midaxeleya destpêkê  bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mengucekê hatiye veguhestin.

Lê ligel hemû midaxeleyan dayika du zarokên 6 û 9 salî Handan O. jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha, hat ragihandin ku  li taxa Mûradiye ya bi ser navçeya Ceyhan a Edeneyê, R. S. îşkence li hevîjina xwe Ezgî Deler a 25 salî ku bi mehra olî pêre zewiciye, kir.

Piştî agahdarkirina cîranan Deler a birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî Deler nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Deler a dayîka zarokekî bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Du jin din, ji aliyê hevserên xwe ve hatin qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *