Gelo artêşa herî bi hêz ya cîhanê kîjan e?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Global Fire Power (GFP) lîsteya “Birêzkirina Hêzên Leşkerî yên 2022” eşkera kir. Li gor vê artêşa Amerîka, li ser asta cîhanê artêşa herî bihêz e û li pey wê artêşa Rûsya û ya Çînê tê. Tirkiye jî di rêza 13emîn de ye.

Li gorî rapora sala 2022’an a Hêza Artêşan a Cîhanî-Global Fire Power a navenda wê li Amerîkayê ye daneyên têkildarî hêzên artêşan ên cîhanî parve kir. Li gor raporê artêşa Amerîkayê li ser asta cîhanê herî bihêz e, ya herî lawaz jî artêşa Îzlandayê ye.

Di raporê de 142 artêş hatine nirxandin. Di raporê de piştî artêşa Amerîkayê, Rûsya di rêza 2’yemîn, Çîn di rêza 3’emîn û Hindistan di rêza 4’emîn da ye. Di nav 10 artêşên herî bi hêz de 3 welatên endamên NATO’yê hene.

Li derveyî Amerîkayê Fransa di rêza 7’emîn de û Brîtanya jî di rêza 8’emîn de ne.

Japonya di rêza 5’emîn û Koreya Başûr di rêza 6’emîn de ye, Pakistan di 9’emîn de ye  Brezîl, Îtalya û Misir li dûv wan tê.

Herwiha Artêşa Tirk ku di rapora 2019’an a GFP’yê de di rêza 9’emîn da cih girtibû, di sala 2020’an de daket rêza 13’emîn û di rêza îsal de jî di heman rêzê de ma.

Artêşa Îranê di rêza 14, Iraq di rêza 34 û Sûriyê di rêza 47’emîn de cih girt.

Li cîhanê artêşa herî qels jî ya Îzlandayê ye.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelo artêşa herî bi hêz ya cîhanê kîjan e?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *