Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha yên nivîskar Mela Muhammed Şoşikî çap kiriye.

Her sê pirtûkên bi navê ‘Neynika Muhemmedî’, ‘Mijarên Bijare’ û ‘Keskesora Zêrîn’ yên nivîskar Mela Muhammedê Şoşikî bi tîpên Erebî ji aliyê Weşanxaneya Nûbaharê ve hatine çapkirin.

‘Neynika Muhemmedî’

Neynika Muhemmedî, ya Mela Mihemedê Şoşikî wergera ‘Kitêba er-Rîsaletul-Muhemmediye’ ya ‘Suleymanê Nedwî’ ye. Pirtûk ji heşt konferansên Nedwî pêktên, ku Nedwî ji bo xwendekarên Zanîngehên Hindistanê pêşkêş kirine. Her konferansek li ser alîyek sîyera pêxember dinirxîne.

Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha - NEYNIKA MUHAMEDI

Seydayê Şoşikî jî ev kitêba Nedwî bi uslûbeke serbest wergerandiye Kurmancî; bêweku hin tişt jê kêm û hin jî lê zêde kirine.

‘Mijarên Bijare’

Di pirtûka ‘Mijarên Bijare’ de jî Şoşikî, derbarê mijarekê de nenivîsiye; belkî wek keşkûlekê mijarên cûrbecûr yên ku girîng tîtiye yan kêfa wî jê re hatiye tê de civandine. Giranîya naveroka wê li ser tefekur, hîkmet û şîretan e.

Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha - MIJAREN BIJARE

Xîlafî pirtûkên xwe yên din, di vê berhemê de gelek caran mijarên xwe bi hevparî jî gotiye. Lewma meriv dikare bêje ku ev kitêb dîwançeyeke Seydayê Şoşikî ye. Ev pirtûk, digel alîyê xwe yê ilmî, girîngîya xwe ya zimanî jî heye; bi sedan terîm û terkîbên nû û nenas di xwe de dihewîne; hem meriv dide fikirandin, hem jî zewqeke edebî bi meriv dide tamandin.

‘Keskesora Zêrîn’

Pirtûka sêyemin ya Mela Mihemedê Şoşikî ‘Keskesora Zêrîn e’.

Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha - KESKESRORA ZERIN 1

Şoşikî, ev kitêba xwe ya ‘Keskesora Zêrîn’ wek temamker ji bo pirtûka ‘Neynika Muhmedî’ nivîsiye. Di ‘Neynika Muhemmedî’ de mijar bes li dor Hz. Muhemed digere; lê di vêya de ji bilî Hz. Muhemmed herweha gelek mijarên din jî tê de kom kirine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 berhemên giranbuha

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *