Gelo çend partî û tifaq dê tevli hilbijartinê bibin?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

YSK’ê ragihand ku 13 partiyên siyasî wê bi serê xwe û partiyên din jî dê bin banê tifaqan de tevli hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) diyar kir ku 36 partiyên siyasî ji bo ku di 14’ê Gulanê de bikevin Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê, şert û merc bi cih anîne. YSK’ê destnîşan kir ji van 26 partiyan lîsteyên xwe yên namzetan yên berwext duh pêşkêşî YSK’yê kirin e.

Partiyên ku duh lîsteyên xwe yên berwext pêşkêşî YSK’yê nekirin e, an jî herî kêm li 41 bajaran namzet nîşan nedane, wê ji pisûleya deng werin derxistin.

Lijneyê li ser lîsteyên namzetan ên berwext ku partiyan duh pêşkêş kirin, dest bi lêkolînê kir. Divê partiyên siyasî heta 14’ê Nîsanê roja înê kêmasiyên lîsteyên xwe yên namzetan temam bikin, piştî vê pêvajoyê pisûleyên dengan wê jibo çapkirinê amade bibin.

Di pisûleyê da amblema 26 partiyan wê cih bigire. Bi vî hawî ji 26 partiyên ku wê têkevin hilbijartinê 13 partî bi serê xwe, 13 jî wekî tifaq dikevin hilbijartinê.

DSP, HUDA PAR, Partiya Saadetê, DEVA, Gelecek, DP, EMEP û HDP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê nedan û wê nekevin pisûleya deng. Li gel van partiyan, bi tevahî 21 partiyên siyasî wê wekî 5 îtifaqên cuda bikevin hilbijartinê. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelo çend partî û tifaq dê tevli hilbijartinê bibin?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *