HDP’ê bang li xwediyê avahiyan kir ku kirêyan zêde nekin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li hemberî buhakirina kirêya avahiyan, bang li xwediyên avahiyan kirin ku ji bo mexdûrên erdhejê bihayên kirê zêde nekin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar, derbarê bihayê kirêya avahiyan de daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang li xwediyê avahiyan kirin.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Banga me ye: ji bo mexdûrên erdhejê kirêyan sabît bigirin” de Buldan û Sancar, wiha gotine: “Ji bo cebirandina birînên erdheja mezin hevkariyeke zêde heye. Ev hewldan û rihê piştevaniyê bo siberojê hêviya me xurt dike. Di roja yekem a erdhejê de bi hezaran malbatan deriyên malên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin. Ji bo vê em ji dil û can spas dikin. Lê hinek tişt hene kêm bin jî me xemgîn dikin. Bi taybetî em dibihîzin ku bihayê kirêyan gelekî tên zêdekirin. Ji bo sivikkirina bandora vê karesatê divê em hemû milê xwe bidin ber vî barî.”

Buldan û Sancar bang li xwediyê xaniyan kirin û gotin, “Ji bo mexdûrên erdhejê zêdetir mexdûr nebin kirêya xaniyan zêde nekin. Rê nedin gelê me mexdûr bibe. Em bi hevkariyê van rojên zehmet derbas bikin. Niha dem dema hevkariyê ye.”

Di erdheja Mereşê ya 6’ê Sibatê de li 11 bajaran bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdeyî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

Herwiha li gor daneyên dawî yên ji aliyê AFAD’ê ve hatine belavkirin de jî di roja 6’ê Sibatê vir ve nêzî 45 hezar kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP’ê bang li xwediyê avahiyan kir ku kirêyan zêde nekin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *