HDP’ê bo ku Newroz bibe ‘Cejna Fermî’ pêşnûme qanûnek da meclîsê

featured
Newroza Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede bo ku Newroz wekî ‘Cejna Fermî’ bê qebûlkirin, pêşnûme qanûnek pêşkeşî serokatiya meclîsê kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, di pêşnûme qanûnê de daxwaz kiriye ku ‘Qanûna Cejnên Netewî û Betlaneyên Giştî ya hejmar 2429’an’ bê guhertin. Dede di daxwaznameya xwe de bal kişandiye li ser girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan û wiha gotiye:

“Lijneya Parastina Mîrateya Çandî ya Manewî ya Neteweyên Yekgirtî di sala 2009’an de Newroz kiriey nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Manewî ya Cîhanê û ji sala 2010’an û vir ve jî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî 21’ê Adarê weke ‘Cejna Newrozê ya Cîhanî’ qebûl kiriye. Lê li Tirkiyeyê salên dirêj pîrozkirina wê hatiye qedexekirin.

“Digel van qedexeyên ji rastiya gelî dûr, her sal hatiye pîrozkirin, di encama mudaxeleyên li van pîrozbahiyan gelek mirovên mi mirine yan jî birîndar bûne. Dîsa pîrozbahî hatine darizandin û bi tene ji ber cejn pîroz kirine, mirov hatine cezakirin. Di roja me de jî bi qedexeyên ku mirov nikare wan rave bike pîrozbahiyên Cejna Newrozê tên astengkirin, li qadên ku rayedarên dewletê nişan didin, di hin çarçoveyên û demên diyarkirî de destûra pîrozkirinê tê dayîn an jî qet destûrê nadin.

“Ji hêla armanc, çarçove û şêweyê wê ve pêkanînên ne li gorî rêzikên hiqûqê azadiyan asteng dikin û ji ber wê jî rastî bertekan tên û ziyanê didin aştiya civakî.

“Ji bo ji biryarên kêfî yên rêvebiriyê re neye hiştin û ji bo him aştiya civakî him jî dewlemendiya çandî ya Kurdan berdewam bike, divê ji bo Cejna Newrozê guhertinên qanûnê bên kirin û weke Cejna Fermî bê ragihandin.” (Bîanet)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP’ê bo ku Newroz bibe ‘Cejna Fermî’ pêşnûme qanûnek da meclîsê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *