Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmara 164’an a Kovara Nûbiharê derketiye. Nûbihar kovareke çandî, hunerî û edebî ya Kurdî ye.

Di vê hejmarê de Ayhan Geveriyî de li ser Destana Cimcime Siltanê nivîsiye ku destan destaneke berbelav e û bi taybetî di gelek çand û edebiyatên Rojhilata Navîn de, di edebiyatên farsî, kurdî, tirkî û suryaniyê de nimûneyên wê hene.

Nivîskar li ser varyantên Gever, Culemêrg û Şemzînanê lêkolîn kiriye û herî dawîn metnê varyanta Evdilqadir Qizilqaya daye.

Nevzat Eminoğlu di nivîsa xwe ya bi navê “Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê” de li ser eşq û estetîk ji helbestên Melayî çend nimûne dane.

Nasır Kemaloğlu çîrokek û Prof. Behcet Alî jî helbestek li ser erdhejên 6ê Sibatê nivîsine.

Hêmin Omerî nameyên ku Mela Xelefê Bafeyî ji Ebdurreqîb Yusifî re bi Kurdî şandine ji bo weşandinê amade kiriye. Serdar Bedirxan û W.K. Merdimîn jî ji Seîdê Norsî wergereke Zazakî kirine.

Kesên bi nivîs û çîrokên xwe di vê hejmarê de cih girtine ev in: Hanifi Taşkın, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yılmaz Elagöz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasıyanık, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar û Dr. Omer Ulucay.

Helbeskarên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoğlu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî û Azad Rebiwar.

Hevpeyvîna vê jimarê jî Salihê Kevirbirî li Gurcîstanê, bi şanoger Bînbaşê Axê re kiriye. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *